
Hefteya bihurî min bi pirsgirêkên mainstreama zanistê
hinekî serê xwe êşandibû, îşaret bi zehmetiyên serxwebûna wê û her weha
hizra wê derbarê wê de kiribû. Min herê dawî behsa çêkirina qaliban bi
destê zanistê kiribû û gotibû, bê şik û guman bi awayê xwe zanista
mainstream qalibgir e. Em bi meseleyê bêhtir dakevin. Li vir, ew karê
tesnîfkirinê ku ez lazimbûna wê red nakim, lê serweriya wê di rêbazên
zanistî ên mainstreamê de esas weke pirsgirêk dibînim, divê mirov karibe
ji hev bike. Tesnîfkirin helbet ji bo naskirina kom û organîzmayan,
binavkirina wan bi sîstemên standart muhim e, lê divê mirov bi
pirsgirêkên wê re jî karibe rûbirû bibe.
Ji bo fêmkirina mijarê ez dixwazim mînakekê ji
xwendekariya xwe bidim. Ji bo rêzimana Kirmanckiyê fêr bibim, diçûm
dersên mamoste Ludwig Paul. Beriya dersê, behsa zimanbûn û nezimanbûnê,
behsa peywendiya ziman û komên etnîk kir. Axir, ji ber ku ez
xwendekarekî nû bûm, min bêhtir guh da meseleyê, lê xwendakerên ku
Ludwig Paul nas dikirin, pê re ketin minaqeşeyekê. Mesele besît bû, di
navê de Kurmanc û Kirmanc jî xwendekar ji vê gotara destpêkê ya Ludwig
Paul ne razî bûn. Lê nexasim jî xwendekareke Hewramî ku min paşê behsa
meseleyê jê re kir, pirr bi heraret li ber radibû. Li vir pirsgirêk çi
bû? Ludwig Paul ji awireke hişke zanistî ya xwe dispart hin teorî û
sinifandinên zimanzaniyê û digot, Zazakî (navên din bi îhtîmam bi kar
nedianîn) zimanekî serbixwe ye mîna Hewramî û bi Hewramî (wî peyva
Goranî bi kar dianî) re yek koma zimanî dibe ku bi kar bînin, lê ne bi
“Kurdî” re.
Çawa ku muhtemelen bala we kişandiye ser xwe, wî zimanî
“Kurdî” li gorî tiştekî diyar dikir. A rastî di dewama minaqeşeyan de ez
ê pê bihisiyama ku li gorî wî Kurmancî û Soranî jî her yekî zimanên
cihê ne û nabe weke Kurdî di bin banekî de bên cem hev, lê şikir ji
Xwedê re, Dialect Continium (Dewamîbûna Şêwazaran) weke teorî hebû, û
zehmet jî be, wî yê kariya Soranî û Kurmancî weke “Kurdî” bi nav bike.
Yanî ev teoriya Dialect Continium jî nebaya, Kurdî wê wisa li meydanê
bimana û me yê li gorî Ludwig Paul nekariya ti zimanî weke Kurdî bi nav
bikin.
Elaqeya vê pirsgirêkê bi qaliban re û bi tesnîfkirinê re
çi ye. Çêkirina kategorî û sinifandinê zanistî di peywendên diyar de pêk
tên. Ev peywendên diyar jî, li her peywenda din nayê. Herçî zimanzanî
ye, di serdemeke ku li Ewrûpayê zimanên neteweyî de, piştî serketina
projeyên netewe dewletan û ferzkirina zimanên wan, karîn bi şêwezar û
zimanên piçûk ên li wir û li vir dakevin û vê jî tenê bi qaîdeyên ku di
nava zanistê de hêdî hêdî rûdinandin bikin. Ango heger wan ji bo
zimanbûnê hin sînor û qaîde diyarkirin, hingê rahiştin mînaka şêwezarekî
û li wan sînor, qaîde û qaliban dan, li gorî wan pîvan û ji wan re yan
ziman, yan dialekt û yan jî devok gotin.
Ev peywenda teng a zanista zimanî dikare heta deverekê bi
kêr jî bê. Lê gava Ludwig Paul di sinifa xwe de bi pirsa “lê ez Kurd im,
çima zimanê min ne Kurdî ye” bimîne, bersiva wî ku bi vê tesnîfa
zanistî bide nîne. Wê demê qalibên ku zanistê li ser mijarê çêkirine,
dibe ku li peywendekê bên lê li ya din nayên. Ango, nabe ku tu objeyên
lêkolînê li Kurdistanê bixî nava wan qalibên ku te di peywenda Ewrûpî de
çêkirine. Ez minaqeşeya nasnameya Zaza û zimanê Zazakî li vir naxim ber
ti lêpirsînê. Ev minaqeşeyeke din a çêkirina nasnameyê ye ku ji hedê
min zêde ye, ez wê minaqeşeyê bikim. Jixwe, mafê Kirmanckî yê zimanbûnê
jî li vir naxim ber ti şik û gumanan, ew jî ne hedê min e. Lê pirsgirêka
di nava qalibgiriya di mînaka jor de ew e, ku hewl dide kundirekî di
nava qalibên ku ji bo pîvaz, sîr, sûrim, sîrik, pirasa, û tevahiya giya û
kuilîlkên bi serî yên mîna leylank, sosin û zembeq çêkirî de bi cih
bike. Ew kundir wê ji hev bikeve, dendik bi aliyekî ve, pin bi aliyekî
ve, pel bi aliyekî ve û qaşûl bi aliyekî ve. Bi vê qalibgiriyê, zanista
ku hewl dide objeya xwe nas bike, objeya xwe xira dike, dejenere dike û
heta carinan bi temamî asîmîle dike.
Ji ber wê, li şûna qalibgiriyê û israra di tesnîfa li gorî
peywendên din, ya pêşî diviya bê kirin di mijara zimanên li Kurdistanê
de ku weke zimanên Kurdî tên binavkirin yan jî xwe wiha bi nav dikin, ew
bû ku mirov hewl bide peywenda civakî, dîrokî, siyasî û nasnameyî nas
bike. Piştre jixwe tu wê bibêjî, ev ziman li gorî pîvan û tesnîfên me
wiha ne û ne wisa ne; li vir tu dikarî qelsiyên tesnîfa xwe jî bibînî û
belkî jî tu karibî bigihîjî hin encamên zanistî ku karibe li vê meydanê
hin lawaziyan û kêmasiyan ji holê rake. Hefteya bê di mijara wêjeya
devkî de elaqedarî vê mijarê ez ê behsa pirsgirêka tesnîfa cûreyan
dakevim û îşaret bi hewldanên şikandina qalibgiriyê di nava zanistê bi
xwe de bikim.
Yorumlar
Yorum Gönder