Komên xwendinê


Li gor agahiyên gihîştine ber destê me, li hin bajarên Kurdistana bakur ciwanan komên xwendinê pêkanîne, bi hev re berheman dixwînin û dinirxînin. Ji wan hinan bi kêmasî di medya civakî de jî deng vedan. Komên xwendina helbestan jî lê zêde bûne.

Birêkxistina komên xwendinê fikreke gelek baş e. Bê guman eger ji bo xwendina berhemên kurdî be. Komên bi vî rengî li gelek welatan hene. Ev komana dikanin di warê pêşxistina ziman de roleke gelek girîng bilîzin, bi taybetî jî di vê demê de ku di her warî de bi dek û dolaban pêşî li zimanê kurdî tê girtin. Ev tê wateya teşwîqkirina xwendinê jî.

Ev awayê xwendinê ji bo me nû jî be, ne çalakiyeke nû ya ji bo pêşxistina xwendinê ye. Komên Xwendinê gelek kevn e, bi taybetî li Ewropayê berê ji bo xwendina incîlê ev kom pêkhatine. Dû re di nava xwendekarên zanîngehan de rûniştiye. Xwendekaran bi hev re pirtûkên dersê yên kêm dihat dîtin, dixwendin.

Di nava wêjevan û wêjehezên Ewropê de jî komên xwendinê, yan jî komên wêjeyê (Literaturkreis) pêkhatine û di warê pêş ketina wêjeyê de rolên girîng jî lîstine. Zarokên aristokratan bi qedehên şerabê reng dane komên di vê formê de. Van koman bi hev re berhemên xwendinê hilbijartine û xwendine. Ev komên xwendine, bi taybetî ya xwendina berhemên wêjeyî, gelek rengîn bûne. Di nav de ji navsalan bigire hetanê ciwan û kalan kesên temen cûda jî cih girtine.

Niha li Almanyayê di bin navê komên xwendinê (Lesekreis) de ticareteke piçûk jî pêşketiye. Hin kes kovareyên magazîn dikirin, rûpoşekî dikişînin ser û ji bo hefteyekê bi kirê didin qehwexane û restorantan, ji wir digirin û didin deverên din.

Li gor hin dîtinan xwendina zimanê almanî xwerû bi rêya van komên xwendinê pêşketiye. Her wisa bi rexnegirî nêzîkê berheman bûyîn jî. Ji ber vê egere ev form xwendina berheman ji bo zimanê me jî dikane wek pêpilikekê bibe alîkar û di nava Kurdan de xwendin û nivisandina kurdî bi pêş keve.
Komaleyên kurdistaniyan dikanin bi rêya birêkxistina komên xwendinê hem hinek rengê vemirî ya komaleyan biguherînin û hem jî dikanin piştî demekê zimanê kurdî bikin zimanê jiyana komaleyan, li gel wê berbelevbûna wêjeya kurdî. Her wisa çend malbat jî dikanin werin ba hev û komeke xwendina zimanê kurdî pêkbîne. Ev hê hêsantir e û dikane mala mirovan jî têke mala xwendina kurdî. Bi taybetî jî li welêt dibe firsendekê.

Hemû sazî kom û birêkxistin dema di bendekariya armanca xwe de be, xizmet dike, eger ne di bendekariya armanca komên bi vî rengî de be, wê demê jî dikane şaşî û helwestên nerênî jî derxin pêş, ji ziman, bîr û boçûnên dijmin yan jî dijber re bendekarî bike.

Di nava gelê me û piraniya welatparez û niştimanperweran de dema behsa xwendinê û perwerdê tê kirin ew tenê tirkî, erebî û farisî fêm dikin, ti car zimanê kurdî nayê bîra wan. Lê divê di van koman de berhemên tirkî yan jî erebî neyên xwendin. Eger komên ji bo wan zimanan hatibe afirandin hebe, ev bi komên xwendina kurdî re ne têkildar e û xizmeta netewa me nake. Ango komên bi vî rengî divê ji bo xwendina zimanê kurdî were pêkanîn û tenê kurdî bixwînin, yên tirkî pêşî li serkeftina zimanê kurdî digire, bi gotineke kurt; divê ji bo zimanên serdestan komê wiha neyê birêkxistin.

Tişta herî girîng jî; divê ev komana ti car berhemên tê de berxwidêr, giyanpak û nirxên netewî reşkirin, piçûkxistin hebe, hilnebijêrin û nexwînin. Mînak: li welêt hin kesên girêdayîyê derdorên di bin siya dagirkeran de ne, komê xwendinê pêkanîne. Ji wan koman yekî; berhemeke tê de li berxwidêrên Kobanî heqaret û çêr hatine kirin, lê Daîşî bi awayeke sempatîk hatiye nîşandan hilbijartine û xwendine. Ev şermeke mezin e. Niviskarekî kurê xwedê jî be, dema li berxwidêr û giyanpakan heqaret bike, divê ti car neyê xwendin û were tecrîtkirin. 

Lewra hemû cîhan bi berxwedana Kobanî gelê Kurd naskir, jê re rêz girt. Kesê ku ziman dirêjê wan berxwidêr û giyanpakan bike, malbata xwe û Daîşiyê genî derxe pêş, ya ticarekî bê sinc e, ya jî cehş e. Yên pesna kesekî wiha bide jî, tenê kurtêlxwir û fêlxirab in.

Bi hêviya li her gund, tax û bajarî komên xwendina zimanê kurdî pêkwere, li her derê zimanê kurdî were xwendin, mijareyên berheman were gengeşekirin, ji kesên bo pêkanîna komên wiha amadene re serkeftin dibêjim. Ev ji bo komaleyên me yên rengên xwe yên berê wendakirine jî dikane bibe projeyeke zindîkirina komaleyan. Her komale dikane çend komên wiha bidamezrîne û zimanê me yê li ber candanê ji nû ve zindî bike.

Yorumlar