
Doh 58’emîn salvegera bûyereke trajîk a li Rojavayê
Kurdistanê bû. Di 13.11.1960’î de bi destê rejîma Sûriyeyê Sînemaya
Amûdê dema zarokên dibistanê lê hatibûn komkirin, hate şewitandin. Di vê
şewatê de 283 zarokên Kurd mirin. Mihemedê Daqorî weke lehengê vê
bûyerê tê zanîn. Mihemed lawê Seîd Axa yê bi hêz û dewlemendiya xwe mîna
xwediyê Amûdê tê nasîn e.
Mihemed xwe li nav agir dixe û her carê çar zarokan rizgar
dike. Piştî ku çend caran dikeve nava agir û zarokan derdixe, cara
dawiyê banê sînemeyê tê xwarê û Mihemed tevî zarokan jiyana xwe ji dest dide.
Herkes mîna leheng Mihemed dinase, beriya vê bûyera
trajîk, ew di bûyereke din de jî heye. Lê lehenga vê bûyerê Zerga bi xwe
ye. Zerga bi qêrîna evîna xwe, bi strana ku mîna zêmarekê gotiye, hem
evîna xwe, hem evîndarê xwe (Mihemedê Daqorî) hem jî 283 zarokên Kurd ên
di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, nade jibîr kirin.
Her wiha bi stran û gotinên ji aliyê wêjeyî, felsefî û
civakî ve têr û tije komkujiya Sînemaya Amûdê di hiş û bîra civaka Kurd
de tim zindî dihêle. Hem jî bi diyarîkirina berhemeke bêhempa li muzîk û
wêjeya Kurdî re…
Bariya her tiştî Zerga jineke Kurd a evîndar e, bi şewata
evîna xwe bûye dengbêj û helbestvan. Rêsandina peyvan, sazkirina rêzikên
stranê yên bi hemû xwezayiya xwe di dilê Zergayê de dikelin û mîna
qêrîn ji lêvên wê diherikin hêjayî pesindanê ne.
Di civaka di bin tahakûma mêr de Zerga nayê naskirin. Tê
gotin qîza yek ji maqûlên Amûdê, Evdiyê Xelo ye. Ji ber ku bê teredût li
evîna xwe xwedî derdikeve bi rêbaza toreyên kevneperest hatiye
cezakirin û li Şêxmûsê Hiso yê kal ê mêrê sê jinan hatiye mehrkirin.
Ji bilî strana mîna şaheserekê, li pey xwe ne wêneyek ne
jî nîşaneyek, ne bîr anînek, tiştek ne hiştiye. Hin rîwayet dibêjin
qîzeke wê heye lê kes nizane kî ye û li kû ye…
Ji bilî zindîhiştina tevkujiya Sînemaya Amûdê û hostayiya
peyvê; Zerga bi sekna xwe ya li dij kevneperestiyên wê demê jî lehengeke
mezin e û di şertên cuda de dikarîbû bibe remz û pêşenga têkoşîna jinê
jî. Sekna wê, motîvên civakê yên di strana wê de derdikevin pêş û bi
taybetî serhîldana wê ya li dij kevneperestiyên civakî dikare bibe
mijara lêkolîn û tezên akademîk.
Ji bilî evîn û evîndariyê Zerga hemû statuyan red dike.
Statuya malbatê red dike lewra dibêje:
Bila birayê min ê biçûk şivanê berxa ba
Bila şindoka diya min geroka nav mala ba
Bila kalê bavê min li odên camêra li ber qûnikê çixara ba
Statuya jin û mêraniyê red dike lewra kesê pêre hatiye zewicandin wisa biçûk dike:
Bavê min Evdî, xêrê bike, xêrê nebîne,
genimê sor biçîne, zîwan û xela lê rabe hilîne,
Ez ê nedame Mihemedê Axê siwarê cîbê,
Ez ê dame Şêxmûsê Hiso ew kûçikê dûv şivana
Statuya eşîrî jî red dike û mîna nasnameya xwe evîna xwe nîşan dide:
Ez ne Milî me, ne Kîkî me,
Heger hûnê min nas nakin, ez Zerga me Zerga Evdî, dosta Mihemedê Seîd Axa lawikê Deqorî me.
Ji ber evîna Mihemed dişewite lê xiyanet û xemsariya wî
efû nake lewra vê nifirê li Mihemed dike û tê gotin nifira wê diqubile,
yanî diçe serî:
Te ez nexwestim, te ne ez revandim,
Te ez nekuştim, te ez helandim,
Te ez kirim şîşa tenûrê, reş qelandim
Te ez kirim cûmek benîşt, li ser devê qenc û xiraban li odê camêran te ez gerandim
Te ez kirim tayê derziyê, neqetandim
Te nav û dilê min helandî, tu heq û sebebê te li min tune
Hêviya min ji rebê alemê heye ku te jî bihelîne lo.
Zerga ji bo li evîna xwe xwedî derdikeve berdelê herî
giran mîna jinekê dide û ji ber heman derdî nexweş dikeve û di temenê
ciwan de jiyana xwe ji dest dide. Hevqasî dilnizm e ji Mihemed dixwaze
carekê jî be li evîna wê xwedî derkeve û wê bikûje jî ne xem e û wiha
dibêje:
Tifinga destê Mihemedê Axê ji va yê Ecem î Şeş derhem e
Hema wê tifingê berde min kevoka ser herema
De wê çaxê di nav dost û hevalên xwe de navkî di xwe bide,
Bêje; He hey.. ez kilê her dû çavê Zergaya xwe me…
Yorumlar
Yorum Gönder