Luqman GULDIVÊ
Tesîra ziman ji bo gelekan ji me, wisa hema xweber li
kêleka jiyana me bi me re dimeşe. Carinan dema em dibin beşek ji
sohbetekê jî em bi temamî tênagihijin a ku wê sohbetê xweş dike gelo
ziman û bikaranîna ziman e. Çêja gotina çîrokekê, ya rastî ya heman
çîrokê çima bi xêra hinan bê terîf xweş e, lê ji ber hinên din qet ti
maneya wê nîne û ti tehm û çêj jî jê nayê wergirtin. Ji bo helbest,
wêje, film, şano, heta zimanên hunerî yên vîzuel (dîtbarî) yên mucerred û
nemucerred ên weke muzîk, resm û peyker jî em dikarin behsa heman tiştî
bikin. Yanî em dikarin behsa hunerekî serketî bikin, heger zimanê wê
karibe serketî xwe, yan jî afirînerê xwe îfade bike; yan jî karibe bi
awayekî gerdûnîtir bike ku yê lê temaşe dike, lê guhdarî dike, destê xwe
didiyê, wê bîhn dike, xwe yan jî maneyên xwe pê îfade bike.
Gava ku ez binihêrim li resmekî Cengîz Kara ê bi
împresyonîzmeke nûjen hatiye xêzkirin, ê ku gundekî ji gundên Ripinê li
ser e, maneya şîna li ezmanan, tevlî rengjêçûyîneke payîzî bi ewrên
spîboz ên çiyayên bilind û çemekî melûl, tevî darên pelên wan li lerzeke
di navbera kesk û zerê de, ya ku ez dibînim û hîs dikim, hesretek e; ew
hesreta ku li navçeyeke ne çiyayî û qet naşibe resma Cengiz xêz kirî.
Lê xurtiya xetên wî û îfadeya wê hesretê, dike ku ez di hesreteke cihê
de bibim şirîkê wî û di resm û xetên wî de hesreta xwe ya biyanî
bibinim. Zimanê wî û yê min, ne xwedî heman rabihurî û tecrûbeyê jî bin,
îfadeyeke gerdûnî dikare min û wî camerî nêzî hev bike û bike ku em bi
hev re bidin û bistînin. Ez û wî maneyên muhtemelen nêzî hev li heman
tiştan bar dikin.
Niha dema ku me behsa ziman jî kir, divê em lê hayil
bibin, ziman ne tenê amûreke komunîkasyonê ye, ew di heman demê de
yekane rêya aqil e ji bo ku mirov di xwe bigihêje. Dixwegihiştin ango
bîrewerbûna bi jihevderxistina ez, ên din û hawîrdorê jî manedarkirin e
ku yek ji ajoyên sereke ya avakirin û afirandina insanî, ya rastî civaka
insanan e. Ango di rastiyê de em bi xwe dihisin weke endamê civakekê û
aqlê me jî bi tenê bi kêr hatiye ji bo manedarkirinê, dema ku em beşek
ji civakekê bin. Li vir bûna beşeke ji civakekê, îşaret bi danîna
tevnekê dike; tevneke peywendî û ragihandina bihevvegirêdana endamên wê
civakê. Ha li vir, bi ya min girîng e ku em bibînin ku çawa di nava
şaneyên mejî de peywendiyeke bi sînyalên mîkro heye, di navbera endamên
civakekê de jî tevna heyî dişibe heman tevnê di asteke “makro” de. Ango
her ku peywendiya di navbera endamên civakê de xurt be, durisritiya
siheta wê civakê jî di her alî de xwedî potansiyel e ku baştir be, yan
jî ji başbûn û çêbûnê re vekirî be.
Îcar, heger em bi vî rengî, ziman û huner jî weke rêyên
taybet ên xwe îfadekirina zimanî bibînin, em dikarin li zimanên xwe yên
mîna Kurmancî, Kirmanckî, Kurdî, Mukriyanî, Soranî, Hewramî û wekî din
bi awirekî din binihêrin. Em dikarin eşkere têbigihin, ku xweîfadekirina
yekî ji van zimanan jî ne weke yekî din e. Mirov dikare bi wergerê di
navbera bikarhênerên wan de peywendiyeke xurttir ava bike, lê mirov
nikare xwe ji wê yekê vede ku her zimanek dinyayeke xweser a maneyan û
koma wan e.
Heger wisa ye, naxwe asîmîlekirina mirovan tê wê maneyê
qirrkirina dinyayeke xweser a maneyan û koma wan. Lê ma em ji hev fêm
nekin? Bersiva vê yekê jî min di destpêka nivîsa xwe de qismî da;
zimanên me yên gerdûnî hene ku xwe disipêrin xweîfadekirinên gerdûnî yên
bi pirranî hunerî. Heger rojek bê û bibe bivênevê ku zimanekî hevpar ên
mirovan hebe, maqûltir e ku ew xwe bisipêre zimanên bêhtir gerdûnî ku
dikarin ji hunerên cihê bên adaptekirin, yan jî xwe bisipêre zimanekî
sembolan (mesela nivîseke taybet) ku her kesek bi zimanê xwe, heman
tiştî karibe bixwîne, zimanekî sembolên gerdûnî, li şûna zimanekî
qirrkerê dinyayên maneyan.
Yorumlar
Yorum Gönder