Amed DICLE
Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê 6 roj man. Duşema were,
destpêka pêvajoyeke nû ye. Encamên hilbijartinan çi dibe bila bibe wê ji
bo Kurdan û tevahiya Tirkiye bibe destpêkeke nû. Bila ti Kurd nebêje
hilbijartinên li Tirkiye me eleqedar nake. Na. Ev hilbijartin raste rast
Kurdan eleqedar dikin. Ji ber ku rêveberiya dewleta Tirk (AKP-MHP) xwe
bi hêz bikin û siyaseta qirkirina ya li Kurdistanê zêdetir kur bikin
biryara hilbijartinê dan. Eger di vê hilbijartinê de werin şikestin, wê
demê, wê konsepta wan derbe bixwe. Her wiha, encamên hilbijartinan wê
careke din hêza Kurdan û hêzên demokrasiyê nîşanî cîhanê bide.
Tişta ku niha xuya dike wiha ye; AKP-MHP winda dikin,
Erdogan têk diçe. Hemû tişt vê yekê îşaret dikin. Gelên li Tirkiyê êdî
vê rêveberiyê qebul nakin. Erdogan ê ku dibîne têk diçe êrişa xwe ya li
hemberî Kurdan zêde dike. Her roj di civînan de dibêje ‘Me ewqas Kurd
kuştine’ û pesnê xwe dide. Dixwaze hemû kesên dijberî Kurdan li derdora
xwe kom bike. Heta ji destê wî tê netewperestiyê dike. Ji ber ku êdî
nikare ti tiştekî bike.
Lê belê êdî nikare destek bigire. Desteka ku digire jî bi
qasî ku têrî serkeftinê bike nîne. Li gorî çavdêr û anketan piraniya xwe
ya li parlamenê winda dikin. Yanê eger Erdogan weke ‘Serokdewlet’ were
hilbijartin jî partiya wî li parlemanê nikare ti biryarekî bigire. Encam
niha wisa xuya dikin. Ev jî ji bo Erdogan winda kirine.
Rêya vê windakirinê jî di serkeftina HDP’ê re derbas dibe.
Erdogan hefteya borî vê yekê îtîraf kir. Dîmenên wî yên li civînek
veşarî derketin. Di vê civîne de ji zilamên xwe re dibeje, ‘rewş ne baş
e, divê em HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Dema HDP di bin bendê de ma,
ewê her tişt ji bo me baş bibe.’ Erdogan di dewama axaftina xwe de behsa
dizîtiyê dike û rêya dizîtiya dengan nîşanê alîgirên xwe dike. Di
dîroka siyasetê de ti dizek ewqas eşkere tevnegeriyaye!
Tişta Erdogan bo HDP dibêje rast e. Eger HDP di bin bendê
de bimîne 80 kursî diçin bo AKP’ê. Û AKP dikare bibe xwediyê zêdetirî
301 kursî. Ji ber ku li parlamena Tirkiye kî bibe xwediyê 301 kursî ew
dikare her biryarê derxe. Eger HDP bendê derbas bike AKP-MHP derdora 260
kursî de dimînin. Partiyên muxalîf û HDP jî nêzikî 350 kursî digrin. Ev
jî tê wê maneyê ku sîstema Erdogan têk diçe.
Dengên HDP bo derbaskirina bendê hene û zêdetir in jî. Ji
ber ku leyistok hene benda sedî 10 ya rastî sedî 12-13 ye. Yanê divê
deng zêde werin girtin û parastin, dema ku hatin dizîn jî dîsa bend were
derbas kirin. Yanê piçek para dizan jî divê were hesab kirin!
Ji ber vê yekê vê heftaya were girîng e. Herkes divê here
ser sindoqan û dengê xwe bide. Derdora xwe bibe ser sindoqan. Lê mesele
li vir naqede. Piştî ku deng hatin dayin divê kes venegere mala xwe.
Divê deng werin parastin. Sindoq werin parastin. Ya girîng ev e. Ji ber
ku ev partiya faşîst wê leyistokan bike. Tiştên ku hefteya borî li
Pirsusê kir wê bixwaze roja hilbijartinan jî bike. Lê eger gel bibe yek,
kolan qelebalix bin, herkes li ser piyan be wê demê nikarin tiştek
bikin.
Bi kurt û kurmancî, roja 24 Hezîranê, rojek dîrokî ye. Kî
wê rojê dikare çi bike lazime bike. Lê bi rêxistinkirî, bi zanebûn û bi
hişyarî. Ji bo parastin û xwedî derketina kedan bi hezaran mirovên hêja û
ya girîng jî ji bo xwedî derketina li nirxên têkoşîna azadiyê roja 24’ê
Hezîranê roja xîretê ye. Her karek biçuk wê rojê dikare bibe dîrokek
mezin. Eger bi milyonan Kurd wê rojê li ser kar bin dikarin merheleyek
dîrokî bidin destpêkirin. Ji bî nekin, wê dijminê mirovahiyê li ser karê
xwe bin, divê em ji wan zêdetir bin û wan derbas bikin.
Yorumlar
Yorum Gönder