Luqman GULDIVÊ
Nijadperestî bi qebûlkirina hebûna nijadan dest pê dike.
Di hin zimanan de jî ji bo cûreyan carinan peyva nijad tê bikaranîn û
hin kes jî vê yekê weke delîla hebûna nijadan datînin ber yên din. Dema
ku me qebûl kir ku nijad hene bi maneya “race” hingê em ne tenê qebûl
dikin ku rengê çermê mirovan, rengê porê wan û şiklê çav û seriyên wan
guhertî ne, ji hev cihê ne; em tiştekî din jî pê re qebûl dikin, ew ne
wekhev in bi eqlê xwe, bi hêjabûn û rûmeta xwe û heta bi xurtiya bedana
xwe. Bi temamî ji van hizran dûr helbet her mirov ne weke yê din e; lê
di nava her rengê mirovan xurt, biaqil û birûmet hene, û qels, bêaqil û
bêrûmet hene. hin sedemên taybet ên biyolojîk jî dibe ku heta deverekê
bi dewra xwe rabin; lê rastî ev e, her mirovê avê kêm vexwe bi heman
komplîkasyonên biyolojîk re rûbirû dibe, her mirovê têr nexwe jî bi
heman rengî. Bi qasî em dizanin, her mirov bi heman rengî li civakîbûnê
vekiriye û civaka li dewrûbera wî bi heman rengî tesîrê lê dike.
Heger wisa ye, mirov nijadperestiyê çawa rave bike, hebûna
wê çawa bibîne! Bi ya min nijadperestî hewldaneke girseyî ya
peydekirina rûmeteke civakî di nava komekê de ye. Nexasim jî di nava wan
koman de ku ev rûmet ji mirovbûnê tenê, ji ferdbûneke têrker tenê û ji
civakîbûneke bi tewazûn tenê nekariye bê, nehatiye, yan jî destûr
nehatiye dayîn ku ev rûmet li cem xelkê peyde bibe. Bi peydebûn û
belavbûna neteweperestiyê de nexasim li Ewrûpayê di nava “zanyaran” de
fikrê kat da û li tevahiya civakê belav bû û bi ser de jî ji bo
îdeolojiyên ku çavên xwe berdabûn desthilatdariyê jî amûreke baş bûn.
“Zanyarên” hingê bi pozîtîvîzmeke hişk a ku piştrastkirineke madî ji
ilmê xwe re şert datanîn, bi hêsankerî û reduksiyonîzmeke dildarî
kategoriyên hişk ji bo dabeşkirina her tiştî bikardianîn. Ha wan
“zanyaran” li heman parzemînê fikra ku mirov dikarin li nijadan bên
dabeşkirin peydekirin, ev nijad û kategoriyên wan jî çêkirin û danîn ber
xelkê. Wan got filan nijad wisa wisa ye, bêvan wisa wisa ye û
sinifandina xwe birin serî; muhim e li vir em li bîra xwe bigirin ku em
behsa tiştekî çêkirî dikin.
Û bi tenê li ser bingehê vê “çêkirinê” mumkin e
nijadperestî (rasîzm) peyde bibe. Ev fikr jî dibêje, nijadek ji ya din
çêtir e. Heta ev nijad carinan heta bi gelan an jî komên gelan hatiye
daxistin. Êdî hebûna vê hizrê û têgeha wê ya çêkirî, ji ber hin tedbîran
bi hêsanî dikarin bên piştrastkirin. Piştî ku rejîmên nijadperest ên ku
bi faşîzma li Ewrûpayê, di serî de li Elmanyayê belavbûyî bû sedema
bobelatên ecêb mezin û em dizanin bi Ittihat û Teraqqiyê heta bi
Kurdistan û Anadolê jî bû sedema felaketên mezin: qirrkirinên plankirî
ên netewe, gel û diyanetan. Qirrkirina Cihûyan, qirrkirina Romanan li
Elmanya Nazî û deverên wê dagirkirî, qirrkirina Ermenî, Suryanî û xeyrî
Misliman li ser erdên Osmanî mînakên herî darî çav in.
Tedbîr çi ye? Di gelek Destûrên Bingehîn ên dewletan de
piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn di nava xalên sereke de hatiye bicihkirin
ku ti mirov ji ber nijad, bawerî, mezheb, etnîsîte û zimanê xwe nikare
rastî cudakeriyê bê. Ango ji bo ku pêşî lê bê girtin ku cudakerî li dijî
mirovên ji reng, dîn û etnîsîteyên din neyê kirin, tedbîreke insanî ye.
Lê mîna gelek tiştên insanî, mirovên nijadperest di van destûran de
qebûlkirin û piştrastkirina hebûna nijadan dibînin û dikarin hizra xwe
ya nijada min ji ya te çêtir e jî bi hêsanî bisipêrin vê hebûnê.
Serxwebûna dewletên netewe û globalbûn, tesîra wan a li hev û fermana
giştî ya sermayeya global li ser desthilatên neteweyî jî destûrê dide
gelek partiyên ku xwe nerm nîşan bidin, nijadperestiyê bi rengekî ji
rengan dîsa bînin ser meydana civakî ya giştî û heta normal bikin û
bidin qebûlkirin. Li Tirkiyeyê ev bi ser ketiye, li Elmanyayê jî
gihiştiye wê astê ku eşkere daxwaz li meqamên siyasî bêkirin ku
înkarkirina qirrkirina Cihuyan neyê cezakirin. Vê jî bi sedemên
“bêguneh” dikin: da ku em karibin li ser minaqeşe bikin! Ev minaqeşe
tenê ber bi deverekê ve dibin, ji nû ve kirina heman sûc û gunehên li
dijî mirovahiyê.
Yorumlar
Yorum Gönder