Navê tolhildana ji komkujeran; Neteweya Demokratîk - AZÎZ OGUR

 

 
abdulazizogur@hotmail.com | 25 Nisan 2018 Çarşamba

AZÎZ OGUR

Tevkujiya Ermeniyan, navlêkirina tevkujiya Xiristiyanên Ermenî yên di nava sînorê Împaratoriya Osmanî de. Pêvajoya tevkujiya fizîkî ya Ermeniyan di bihara 1915’an de dest pê kir û di payiza sala 1916’an de gihişt encamê. Ji milyon û nîv Ermeniyan di rêya sirgunê de milyonek û dused hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Ev pêvajo ji aliyê Ermeniyan ve mîna Madz Yaghern (qirkirina mezin) an Aghet (Afat) tê binavkirin.
Qirkirin ji aliyê serdestên Osmanî ve hate plankirin. Tevî artêşê di qirkirinê de komên paramilîter (Alayên Hamidiye), eşîr û derdorên alîgirê dewletê cih girtin.
Hikûmeta bi pêşengiya Jon Turkan (Cemiyete İttîhad û Teraqî) bi vê komkujiyê xwest nifûsa Ermenî ya ji aliyê siyasî, aborî, çandî û civakî ve bipêşketî, tine bike û li dewsa wan hakîmiyeta Misilman-Tirk misoger bike. Daxwaz û tevgera civaka Ermenî ya ji bo xweserî û mafan ji bo serdestên Osmanî bû hincet û plana komkujiyê amade kirin. Di encamê de bêhtirî milyonekê mirov hatin qetilkirin û di rêya sirgunê de ji berçîbûn, bêavî, nexweşî û êrişan de hatin kuştin. Beşek bi zorê hatin misilmankirin. 
Destpêka Şerê Cihanê yê Yekemîn, ji bo pêkanîna vê plana bixwîn a Osmaniyan, derfet afirand û ev rewşa tevlîhev ji bo vê yekê bi kar anîn. Li dij Brîtanya, Fransa, Rûsya û Sirbistanê, eniya bi navê Hêzên Îttifaqê yên di şerê cihanê de eniyek bûn ji Elmanya, Awusturya-Macarîstanê pêk dihatin, Osmanî jî kişandin aliyê xwe. Dengeyên siyasî yên wê demê û hevkarî bû sedem ku di serî de Elmanya, hevkarên Osmaniyan çavê xwe li komkujiyê bigirin. Hêzên eskerî yên Elman ku wê demê li Tirkiyeyê bûn şahidiya komkujiyê jî kirin û dewleta Elman bêdeng û helwêst ma.
Li aliyekî Ermeniyên ji herêmên cuda hatin sirgûnkirin di rê de bûne hedefa komên çete û paramîliter, hatin kuştin, beşeke zêde jî di rêwîtiya dirêj a di çolan re mir. Li aliyê din, li hemû herêman komên ne Misilman mîna Asûrî-Suryanî, Keldanî û hin komên Êzîdî jî bûne hedefa tevkujiyê. Mixabin derdorên hevkarê dewletê û hin derdorên ku pêvajoya jenosîdê ji bo destdanîna ser mal û milkê cîranên xwe yên Asûrî, Suryanî, Keldanî yan Êzîdî, bûne parçeyekî qirrkirinê.
Di encama vê yekê de jî mezintirîn trajediya dîrokê pêk hat.
Qirkirina fizîkî, tinekirina gelekî, talan, tecawiz û asîmilasyon û afirandina bêbaweriyê di nava gelan de jî di nav de, ev pêvajo veguherî jenosîdeke hêna jî birîn, êş û bandorên wê taze ne.
Lê belê li aliyekî din, vê pêvajoyê heye ku mirov divê ji bîr neke. Beranberî zext û heta bertîlên dewletê jî gelek pêşeng û rêberên Kurdan li dij vê polîtîkaya qirrkirinê rawestiyan. Gelek mirovên li herêma xwe parastine, heta hinek ji wan ji ber vê helwêsta xwe paşê bi hincetên cuda bûne hedefa dewletê û hatine qetilkirin.
Tenê li Şirnexê Axayê Sor (Kurê Germîr Axa), Xalid Axa, li Gever-Colemêrgê Şekir Axa ji ber vê helwêsta xwe ya bi rûmet hatin kuştin.
Tevî mirovên Kurd ên beşdarî talan û komkujiyê bûn, mirov, malbat û eşîrên Kurd ên kuştina xwe dane ber çavê xwe, dost, cîran û hevalên xwe parastin jî hebûn. Heger hêna jî qala yekîtiya gelan, hevkarî û hevfêmkirinê heye, bêgûman mîrasa van mirovên xwedî bi rûmet e.
Li Kurdistanê çanda xweşbiniyê serdest bû. Bûyerên trajîk û jenosîdan her çiqas zirar dabe vê çandê jî dîsa tolerans û xweşbîniya gelan, reng û baweriyan xwe diparêze. Ji ber reh û kokên vê çandê ji destpêka dîrokê tên. Mînakên dostaniya bêsînor di roja me de hem li Kurdistanê, hem li devreyî welat dewam dikin.
Hêviya jiyana hevpar, wekhev di bin navê Neteweya Demokratîk de ji aliyê Rêbertê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ve hatiye formulekirin. Di Şoreşa Rojava de jî me dît ku di derfeta herî biçûk de netewe, bawerî û çand ên li Kurdistanê mîna kulîlkên biharê ji bin axê der dibin.
Ji ber ku Ermenî, Asûrî-Suryanî, Kurd bûne hedefa serdestên mêtinger û ji ber ku êş û birînên me bûne yek, derfet heye ku li ser van êşan jiyaneke bi hev re û azad were afirandin. Êş yek e, birîn yek e, dijmin yek e, hêvî xewn û xeyal yek in. Lewra, têkoşîn jî yek e. Têkoşîn û afirandina jiyakeke azad, wekhev, yanî pêkanîna neteweya demokratîk wê bibe hilandina tola hezarên salan ji hemû serdest û tevkujeran. Birînên qirkirin û jenosîdan bi afirandina jiyaneke azad-wekhev tenê dikarin werin dermankirin.
 
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

HABER | KÜLTÜR-SANAT | KADIN | TOPLUM-YAŞAM | DİZİ | FORUM | DÜNYA | KURDÎ | KIRMANCKÎ | YAZARLAR | POLİTİKART | İLETİŞİM | KUNYE | REKLAM
Telefon:+ 49 6102 367690    Fax: + 49 6102 367696     Bilgi:info@yeniozgurpolitika.org     Haber:haber@yeniozgurpolitika.org
© 2016 Yeni Özgür Politika. All rights reserved.

Yorumlar