Qalibê pîvazan li kundiran nayê



Hefteya bihurî min bi pirsgirêkên mainstreama zanistê hinekî serê xwe êşandibû, îşaret bi zehmetiyên serxwebûna wê û her weha hizra wê derbarê wê de kiribû. Min herê dawî behsa çêkirina qaliban bi destê zanistê kiribû û gotibû, bê şik û guman bi awayê xwe zanista mainstream qalibgir e. Em bi meseleyê bêhtir dakevin. Li vir, ew karê tesnîfkirinê ku ez lazimbûna wê red nakim, lê serweriya wê di rêbazên zanistî ên mainstreamê de esas weke pirsgirêk dibînim, divê mirov karibe ji hev bike. Tesnîfkirin helbet ji bo naskirina kom û organîzmayan, binavkirina wan bi sîstemên standart muhim e, lê divê mirov bi pirsgirêkên wê re jî karibe rûbirû bibe.

Ji bo fêmkirina mijarê ez dixwazim mînakekê ji xwendekariya xwe bidim. Ji bo rêzimana Kirmanckiyê fêr bibim, diçûm dersên mamoste Ludwig Paul. Beriya dersê, behsa zimanbûn û nezimanbûnê, behsa peywendiya ziman û komên etnîk kir. Axir, ji ber ku ez xwendekarekî nû bûm, min bêhtir guh da meseleyê, lê xwendakerên ku Ludwig Paul nas dikirin, pê re ketin minaqeşeyekê. Mesele besît bû, di navê de Kurmanc û Kirmanc jî xwendekar ji vê gotara destpêkê ya Ludwig Paul ne razî bûn. Lê nexasim jî xwendekareke Hewramî ku min paşê behsa meseleyê jê re kir, pirr bi heraret li ber radibû. Li vir pirsgirêk çi bû? Ludwig Paul ji awireke hişke zanistî ya xwe dispart hin teorî û sinifandinên zimanzaniyê û digot, Zazakî (navên din bi îhtîmam bi kar nedianîn) zimanekî serbixwe ye mîna Hewramî û bi Hewramî (wî peyva Goranî bi kar dianî) re yek koma zimanî dibe ku bi kar bînin, lê ne bi “Kurdî” re.

Çawa ku muhtemelen bala we kişandiye ser xwe, wî zimanî “Kurdî” li gorî tiştekî diyar dikir. A rastî di dewama minaqeşeyan de ez ê pê bihisiyama ku li gorî wî Kurmancî û Soranî jî her yekî zimanên cihê ne û nabe weke Kurdî di bin banekî de bên cem hev, lê şikir ji Xwedê re, Dialect Continium (Dewamîbûna Şêwazaran) weke teorî hebû, û zehmet jî be, wî yê kariya Soranî û Kurmancî weke “Kurdî” bi nav bike. Yanî ev teoriya Dialect Continium jî nebaya, Kurdî wê wisa li meydanê bimana û me yê li gorî Ludwig Paul nekariya ti zimanî weke Kurdî bi nav bikin.

Elaqeya vê pirsgirêkê bi qaliban re û bi tesnîfkirinê re çi ye. Çêkirina kategorî û sinifandinê zanistî di peywendên diyar de pêk tên. Ev peywendên diyar jî, li her peywenda din nayê. Herçî zimanzanî ye, di serdemeke ku li Ewrûpayê zimanên neteweyî de, piştî serketina projeyên netewe dewletan û ferzkirina zimanên wan, karîn bi şêwezar û zimanên piçûk ên li wir û li vir dakevin û vê jî tenê bi qaîdeyên ku di nava zanistê de hêdî hêdî rûdinandin bikin. Ango heger wan ji bo zimanbûnê hin sînor û qaîde diyarkirin, hingê rahiştin mînaka şêwezarekî û li wan sînor, qaîde û qaliban dan, li gorî wan pîvan û ji wan re yan ziman, yan dialekt û yan jî devok gotin.

Ev peywenda teng a zanista zimanî dikare heta deverekê bi kêr jî bê. Lê gava Ludwig Paul di sinifa xwe de bi pirsa “lê ez Kurd im, çima zimanê min ne Kurdî ye” bimîne, bersiva wî ku bi vê tesnîfa zanistî bide nîne. Wê demê qalibên ku zanistê li ser mijarê çêkirine, dibe ku li peywendekê bên lê li ya din nayên. Ango, nabe ku tu objeyên lêkolînê li Kurdistanê bixî nava wan qalibên ku te di peywenda Ewrûpî de çêkirine. Ez minaqeşeya nasnameya Zaza û zimanê Zazakî li vir naxim ber ti lêpirsînê. Ev minaqeşeyeke din a çêkirina nasnameyê ye ku ji hedê min zêde ye, ez wê minaqeşeyê bikim. Jixwe, mafê Kirmanckî yê zimanbûnê jî li vir naxim ber ti şik û gumanan, ew jî ne hedê min e. Lê pirsgirêka di nava qalibgiriya di mînaka jor de ew e, ku hewl dide kundirekî di nava qalibên ku ji bo pîvaz, sîr, sûrim, sîrik, pirasa, û tevahiya giya û kuilîlkên bi serî yên mîna leylank, sosin û zembeq çêkirî de bi cih bike. Ew kundir wê ji hev bikeve, dendik bi aliyekî ve, pin bi aliyekî ve, pel bi aliyekî ve û qaşûl bi aliyekî ve. Bi vê qalibgiriyê, zanista ku hewl dide objeya xwe nas bike, objeya xwe xira dike, dejenere dike û heta carinan bi temamî asîmîle dike.

Ji ber wê, li şûna qalibgiriyê û israra di tesnîfa li gorî peywendên din, ya pêşî diviya bê kirin di mijara zimanên li Kurdistanê de ku weke zimanên Kurdî tên binavkirin yan jî xwe wiha bi nav dikin, ew bû ku mirov hewl bide peywenda civakî, dîrokî, siyasî û nasnameyî nas bike. Piştre jixwe tu wê bibêjî, ev ziman li gorî pîvan û tesnîfên me wiha ne û ne wisa ne; li vir tu dikarî qelsiyên tesnîfa xwe jî bibînî û belkî jî tu karibî bigihîjî hin encamên zanistî ku karibe li vê meydanê hin lawaziyan û kêmasiyan ji holê rake. Hefteya bê di mijara wêjeya devkî de elaqedarî vê mijarê ez ê behsa pirsgirêka tesnîfa cûreyan dakevim û îşaret bi hewldanên şikandina qalibgiriyê di nava zanistê bi xwe de bikim.

Yorumlar