Korbûna Zemên - Yaqob TILERMENÎ



“Carekê bavê min ji min re gotibû, kesê bêniştiman nikare gorrekê bixwaze, û şîret li min kiribû ku ez derkevim rêwîtiyê.”
Weke helbestvanê Filistînî Mahmud Derwîş li jorê kerem kiriye, mirov ji çêbûna xwe û pê ve derdikeve rêwîtiyê da ku li niştimanekê were definandin.
Koçrefî, koçberî, koça giyanî, koça hişî…

Mirov dikare vê rêzbendê ya bi peyva “koç”ê re pêwendîdar bi dûdirêjî berdewam bike, lê mijara me ya bingehîn Koçberî û ligel wê jî Koça Hişî ye.

Koçberî û Koça Hişî: Ji ber pevçûnên navbera du netewên cuda, şerê navxweyî û ji ber şerên mezin û desthilatdariyên zilimkar, bi giştî komên mirovan û bi taybetî mirovên zana û bîrbir, xwedî feraset, neteweperwer, hunermend û aqilmend tevlî koça mezin dibin û berê xwe didin şûnwarên dûrahistanê. Çi ku “Mirovên difikirin, her dem koçber in ango berendamê koçberiyê ne!”* Carinan jî, mirov bixwe di nava civaka xwe de, xwe bi tenê, ji civatan dûr hest dike û bi wê sedemê sînor, têldirî û têlbendan xera dike, xwe digihîne cihekî dîtir. 

Ev ji destpêka jiyanê û vir ve ye her dem wiha bûye. Mirov her ji bo armancekê ketine ser rêyekê û ji cih û warên xwe bar kirine, gihîştine şûnwarekî nû.

Mijara me ya navbirî, mirovên şareza û barkirina wan a ji welatê wan e. Mirovên xwedî feraset bi rasthatinî hêlîna xwe li cihekî danaynin, ew cihekî guncav û ewle di çav xwe re dikin û diçin wî cihî ku ji bo wan şaristanî ye. Mirovên zana bar dikin da ku li nava şarezayiyê karibin zanebûnên xwe parve bikin, hunerê xwe pêk bînin û ramanên xwe yên azad binivîsin. Yanî, biafirînin. Ji serdemên pêşîn ên mirovên hişyar jê derketine û heta roja îroj jî vê bi vî awayî dewam kiriye.

Li cihê koç jê hatiye kirin çi dibe? [Li Kurdistanê]. Divê mirov serê pêşîn serê xwe bi vê meseleyê re biêşîne. Li wî cihî, li cihê mirovên zana jê veqetiyane, yanî li welêt û yanî li niştimanê asta şarezayiyê kêm dibe, rêjeya mirovên pêşbîn, dinyadîtî dadikeve û weke bablîsoka başî dabin ber xwe, xerabî demeke dirêj hikumê xwe yê zilimkar didomîne. Di rewşên wiha de divê çi were kirin? Divê weke gava duyemîn mirov li ser vê rewşê hûr bibe. 

Gerek mirov li vê pirsê xwedîtiyê bike û şewqa layita destê xwe bide ser cihê koç lê hatiye kirin, yanî welatê xerîb û yanî şaristaniyê; naxwe her hişên xwedî feraset dê li wê derê weke berxên gur ketiye nava wan, her yek li koşeyeke xerîbiyê winda bibe [Li Ewrûpa]. 

Hişên zana bi niyeta demeke kurt ji warên xwe dûr dikevin û tim li benda roja vegerê dimînin: Bi nexweşiya “korbûna zemên” dikevin. Ev zemanê li hêviyê dimînin ti carî nayê bi hawarê ve û ji ber hindê çalakiyên xwe yên afirîneriyê taloq dikin. Windabûna herî mezin jî, ev e jixwe: Neafirandinî. “Çaxa ku xerzikek bi tehm ji axekê tê rakirin û li axeke din tê çandin, gelek caran xerzik li dijî vê rakirinê derdikeve û xwe di axa nû de dixeniqîne û nema heşîn tê.”**

Mirov dikare li serê her kuçeyeke welatên Ewrûpayê li mirovên koçber ên rabirdû ronak rast were. Lê ev mirov fena lambeyên li ber tefandinê, ti ronahiyê nikarin bidin ser xwe. Îcar civak dê bi çi awayî ronahiyê û ronakbîriyê ji van mirovan bipê. Li serê vê duryanê dezgehên xurt ên li Ewrûpayê dikarin weke cihêtnameyekê (pisûla) keştiya hişên koçbûyî yên serbixwe fena keştiya ‘bavê duyem’ Nûhî li cihekî bicivîne û jiyanê ji vir bide ajkirin; bêyî ku destwerdanê li kar û barên mirovan bike, bêyî ku mirovan li gora ramanên wan dabeş bike û bêyî ku li mirovan bîrdoziyekê ferz bike. 

Dibe ku dezgehên wiha heta niha jî peyd nebûbin, dibe ku civandina mirovan di keştiya Nûhî de weke utopyayekê xuya bike, lê her çalakiyek jî xwedî destpêkekê ye. Mirov dikare ji vir û pê ve destpêkên nû biceribîne, gaveke nû bavêje û vê gavê veguherîne pêngaveke xurt. Naxwe hişên koçkirî dê li goristanên dûrahistanê bê hay û hûy weke mirovên bêxwedî werin definandin. Û dê nifşên nû ji afirandin û ramanên wan bêpar bimînin.
*Afşar Timuçin. Ozgur Prometheus. Insancil Yayinlari
**Yaqob Tilermenî. Ferhenga Sirgûnê. 2004, Lîs.

Yorumlar