Kilê çavê Zergayê


Doh 58’emîn salvegera bûyereke trajîk a li Rojavayê Kurdistanê bû. Di 13.11.1960’î de bi destê rejîma Sûriyeyê Sînemaya Amûdê dema zarokên dibistanê lê hatibûn komkirin, hate şewitandin. Di vê şewatê de 283 zarokên Kurd mirin. Mihemedê Daqorî weke lehengê vê bûyerê tê zanîn. Mihemed lawê Seîd Axa yê bi hêz û dewlemendiya xwe mîna xwediyê Amûdê tê nasîn e.
Mihemed xwe li nav agir dixe û her carê çar zarokan rizgar dike. Piştî ku çend caran dikeve nava agir û zarokan derdixe, cara dawiyê banê sînemeyê tê xwarê û Mihemed tevî zarokan  jiyana xwe ji dest dide.
Herkes mîna leheng Mihemed dinase, beriya vê bûyera trajîk, ew di bûyereke din de jî heye. Lê lehenga vê bûyerê Zerga bi xwe ye. Zerga bi qêrîna evîna xwe, bi strana ku mîna zêmarekê gotiye, hem evîna xwe, hem evîndarê xwe (Mihemedê Daqorî) hem jî 283 zarokên Kurd ên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, nade jibîr kirin.
Her wiha bi stran û gotinên ji aliyê wêjeyî, felsefî û civakî ve têr û tije komkujiya Sînemaya Amûdê di hiş û bîra civaka Kurd de tim zindî dihêle. Hem jî bi diyarîkirina berhemeke bêhempa li muzîk û wêjeya Kurdî re…
Bariya her tiştî Zerga jineke Kurd a evîndar e, bi şewata evîna xwe bûye dengbêj û helbestvan. Rêsandina peyvan, sazkirina rêzikên stranê yên bi hemû xwezayiya xwe di dilê Zergayê de dikelin û mîna qêrîn ji lêvên wê diherikin hêjayî pesindanê ne.
Di civaka di bin tahakûma mêr de Zerga nayê naskirin. Tê gotin qîza yek ji maqûlên Amûdê, Evdiyê Xelo ye. Ji ber ku bê teredût li evîna xwe xwedî derdikeve bi rêbaza toreyên kevneperest hatiye cezakirin û li Şêxmûsê Hiso yê kal ê mêrê sê jinan hatiye mehrkirin.
Ji bilî strana mîna şaheserekê, li pey xwe ne wêneyek ne jî nîşaneyek, ne bîr anînek, tiştek ne hiştiye. Hin rîwayet dibêjin qîzeke wê heye lê kes nizane kî ye û li kû ye…
Ji bilî zindîhiştina tevkujiya Sînemaya Amûdê û hostayiya peyvê; Zerga bi sekna xwe ya li dij kevneperestiyên wê demê jî lehengeke mezin e û di şertên cuda de dikarîbû bibe remz û pêşenga têkoşîna jinê jî. Sekna wê, motîvên civakê yên di strana wê de derdikevin pêş û bi taybetî serhîldana wê ya li dij kevneperestiyên civakî dikare bibe mijara lêkolîn û tezên akademîk.
Ji bilî evîn û evîndariyê Zerga hemû statuyan red dike.
Statuya malbatê red dike lewra dibêje:
Bila birayê min ê biçûk şivanê berxa ba
Bila şindoka diya min geroka nav mala ba
Bila kalê bavê min li odên camêra li ber qûnikê çixara ba
Statuya jin û mêraniyê red dike lewra kesê pêre hatiye zewicandin wisa biçûk dike:
Bavê min Evdî, xêrê bike, xêrê nebîne,
genimê sor biçîne, zîwan û xela lê rabe hilîne,
Ez ê nedame Mihemedê Axê siwarê cîbê,
Ez ê dame Şêxmûsê Hiso ew kûçikê dûv şivana
Statuya eşîrî jî red dike û mîna nasnameya xwe evîna xwe nîşan dide:
Ez ne Milî me, ne Kîkî me,
Heger hûnê min nas nakin, ez Zerga me Zerga Evdî, dosta Mihemedê Seîd Axa lawikê Deqorî me.
Ji ber evîna Mihemed dişewite lê xiyanet û xemsariya wî efû nake lewra vê nifirê li Mihemed dike û tê gotin nifira wê diqubile, yanî diçe serî:
Te ez nexwestim, te ne ez revandim,
Te ez nekuştim, te ez helandim,
Te ez kirim şîşa tenûrê, reş qelandim
Te ez kirim cûmek benîşt, li ser devê qenc û xiraban li odê camêran te ez gerandim
Te ez kirim tayê derziyê, neqetandim
Te nav û dilê min helandî, tu heq û sebebê te li min tune
Hêviya min ji rebê alemê heye ku te jî bihelîne lo.
Zerga ji bo li evîna xwe xwedî derdikeve berdelê herî giran mîna jinekê dide û ji ber heman derdî nexweş dikeve û di temenê ciwan de jiyana xwe ji dest dide. Hevqasî dilnizm e ji Mihemed dixwaze carekê jî be li evîna wê xwedî derkeve û wê bikûje jî ne xem e û wiha dibêje:
Tifinga destê Mihemedê Axê ji va yê Ecem î Şeş derhem e
Hema wê tifingê berde min kevoka ser herema
De wê çaxê di nav dost û hevalên xwe de navkî di xwe bide,
Bêje; He hey.. ez kilê her dû çavê Zergaya xwe me…

Yorumlar