Gelo di dorê de kî heye?


Belê di dijberî û dijminahiya Kurd de, di dorê an jî di rêzê de kî heye? Evîndarên Ocalan destpêka hefteyê bi coşeke mezin li navenda bajarê Strasburga Fransayê li hev kom bibûn. Çend hezar mirov ku gelek ji wan ji deverên dûr yên Ewrûpayê jî hatibûn, li kêleka Konseya Ewrûpayê li hev civiyabûn. Hemû jî bi hêviya ku ew saziyên navdar, erkdar û hêzdar! yên Ewrûpî li babeta rêberê Kurd Abdullah Ocalan bipirsin, derbarê rewşa wî ya tendurîstî de qet nebe agahiyekê ji raya giştî re ragihînin. Girseya bêsebir, bêtebat û bêaram dixwest demeke zûtir û bi lezgînî berê xwe bide xaniyê ku saziya CPT lê ye. Ev sazî ji bo pêşîlibergirtina êşkenceyê hatiye damezirandin. Helbet ev êşkence jî bi piranî yên ji aliyê dewletan ve ango dezgehên fermî ve dihêne kirin in. Dewletên ku peymana li dijî êşkenceyê îmze kirîn, neçar in li gorî wê tevbigerin, lê mixabin di serî de dewleta Tirk a kolonyalîst wisa jî gelek dewlet û dezgehên dewletî yên navneteweyî û Ewrûpî jî li gorî wê peymanê nalebitin, bi gelek dek û dolaban, bi gelek derew û xapan ve xwe ji bin barê wê peymanê didin alî. An jî wek dîktatorên Tirk rasterast jî dikarin bêjin: Em daxwaza we pêknaynin û hew.
Li dijî wê helwestê hîna jî bi zelalî û bi bandor kiryarek nehatiye nîşandayîn. Her wisa di serî de gêncên Kurd û bi giştî girseya şopînerên rêberê gelê Kurd bi daxwaza xwe gihandina CPT’ê meşiyan. Lê çi bibînin? Polîsê Fransî ew roj rista polîsê Tirk û Elman wergirtibû. Ji nişkeve jinên navsere, kal û pîr jî di nav de bi sedan çalakgerên Kurd di nav lingan de man. Ewrên reş û tarî û dûkelên bi gaza îsotê hawîrdorê dagir kirîn. Jopên polîsan li ser serê milet digeriyan, gelek birîndarên ji perçeyên teqemeniyan û yên lêdan û ji gazê encam dayîn, dîmeneke sosretiya demokrasiya Fransa û ya Ewrûpa derket holê.
Li gel wê jî Kurd vegeriyan cihê çalakiyê li gel stranên hunermendên xwe li çalakiya xwe dewam kirin. Mixabin dewleta Fransa jî bi taybetî piştî kombûna li gel Tirk û Elmanan xwe daye bin barekî bêyom û bêexlaqî. Ev dibe çend kiryarên wiha ku piştî wê civînê encam didin.
Di ser de jî ew çalakiya ku bi daxwaza herî mirovane dihat lidarxistin jî qedexe kirin.
Gelo di vir de kêmanî di kû de ye? Kurdan çi şaşî û dijwarî kirin?
Di wê çalakiyê de ciwanên Kurd zêdegavî kirîn yan na? Li gorî qanûnan dibe ku hindek zor dabin mercên hayî lê ketina ciwanan a hundirê xaniyê CPT ê ne bi daxwaza xerabî û xerakirinê bû. Ciwanan xesarê nedane ti kesî û ti tiştî. Bi tenê dixwestin balê bikişînin ser tecrîta barbar a li ser rêberê xwe. Ango çalakiya bê-îteatiya sivîl pêkbînin ku ew jî di nav çarçoveya xwenîşandan û mafên demokratîk de heye.
 Dîsa eger hind pêdeçûn hebin jî ew bi rêya rexne û hişyarkirinan dikarîn bêne çareserkirin, lê yekser qedexekirina çalakiyê dide nîşan ku planên dîtir di nav vê meseleyê de hene. Niha wek konsepteke nû ya ku salên nodî dihêne bîra mirov li dar e.
Dewletên Ewrûpî ji xwe bi durutî û dijberiya li dijî şoreşa Kurd marûf in. Kurd jî wan nas dikin. Lê ev Emerîka ya bêbext çi dike? Çi siyaseteke kirêt dimeşîne? Li aliyekî hevpeymanî û hevkarî û li aliyê din jî dijberiya dere-exlaqî ya li hemberî pêşengên şoreşa Kurdistanê dike.
Ji nişkeve biryara girtina hersê pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê belav kir. Ev çima û ji kû derket? Baş e, babeta Keşe, danûstadin û nakokiyên li qada Suriyeyê û hîn gelek sedem hene ku ew û dewleta Tirk di nav têkiliyê de bin, lê diyar û zelal e ku di wan bazaran de karta herî zêde di destê wan de hatî bikaranîn jî karta Kurd e. Kurdistan mixabin hê jî di nav lepên hirç, çekel, rovî û keftaran de mijara kirînûfirotinê ye.
Gelo Emerîka dixwaze wek şoreşgerê navdar Che Guawarayî pêşengên Kurdan jî desteser bike û teslîmê dewleta Tirk bike?
Gelo dixwaze serpêhatiya rêber Ocalan bîne serê wan jî?
Gelo ev di rastiya çiyayên Kurdistanê û Rojhelata Navîn de di ser de jî di nav çarçoveya rastiya PKK ê de pêkan e?
Ya diyarker jî pirsa dawiyê ye. Eger Emerîka bi rastî jî bawer dike ku dikare ji çiyayên Kurdistanê mirovan bigire û bibe, nexwe diyar e ku wê hê jî tevgera Kurd û gelê Kurd nas nekiriye. Li gorî dîtina min ew jî bi wê ne bawer in. Lê dibe ku di planeke wisa de hêzên hevkar û bêyom yên navê Kurdî li ser wan bikarbînin. Eger xiyaneta Kurd careke din rûreşiya xwe nede der, ti hêz nikare destdirêjiyeke wisa bike, hewldan hebin jî wê encam li wan vegere. Eger derfeteke bi qasê serê derziyê jî hebûya heta niha dewleta Tirk a barbar hezar carî ew ceribandibû.
Lê çi dibe bila bibe, ev biryar ji bo DYE yê rûreşî ye, babeta şermezariyê ye.
Kurd wê bi tundî li dijî wê biryarê derkevin. Wê bi milyonan kes xwedî li pêşengên xwe derkevin.
Bi milyonan deng wê bêjin: Em jî Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan in…
Em ne tenê li çiyan in, li her der û deverê dinê ne…

Yorumlar