Biryara Emerîka û helwêsta Kurdan!


Rêveberiya Emerîka beriya çend rojan li hemberî sê rêveberên PKK’ê birêz Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan biryarek sosret da. Ev biryar li hemberî rêveberiya PKK’ê hat dayin lê bi naveroka xwe hemû Kurdan biçûk dixîne. Her wiha ev biryar li hemberî wîzyon û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd êrişek e.

Mijar gelek hat nîqaş kirin û gelek sazî û dezgehan nerazîbûn nîşan dan. Divê ev nerazîbûn bidomin û ev biryara Emerîka neyê jibîrkirin. Ji ber ku mijarek gelek xeter e.

Rêveberiya KCK’ê vê yekê weke lihevhatinek bi dewleta Tirk re şîrove kir. Emerîka ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkan re biparêze biryarek wiha da. Her wiha Emerîka bi vê biryarê mesajek da Kurdan û got; ger hûn bi ya min nekin ez dikarim her êrişê pêk bînim.

Kurd heta niha li hemberî Emerîka nebûne asteng! Zirara Kurdan ji Emerîka re çênebûye. Her wiha Kurd nebûne leşkerên Emerîka jî. Li ser fikr û ramanên xwe têkoşîna xwe dikin. Ji bo xwe û gelên herêmê sîstemek ava dikin. Her wiha bi hemû hêzên herêmî û navneteweyî re têkilî datînin û li ser hin mijaran hevkarî jî dikin. Emerîka jî yek ji hêza sereke ye ku niha li Sûrî bi Kurdan re di nava hevkariyekê de ye. Li vir herkes ji bo berjewendiyên xwe û tekoşîna li hemberî xeteriya komên weke DAIŞ’ê di nava hevkariyê de ye. Ev hevkarî wê heta kengê û çawa bidome ne diyar e.

Li gel ku rewş wiha ye Emerîka biryara êrişa li hemberî têkoşîna Kurdan da. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk ji bo dijberiya gelê Kurd bike her tiştê xwe pêşkêş dike. Encama van bazarên qirêj biryarek wiha derket. Emerîka bi vê biryarê Tirkiye digire cem xwe û dixwaze Kurdan jî teslîm bigire. Pêvajoyek weke ya 1999’an ku li hemberî birêz Ocalan pêk anîn dixwazin bidin destpêkirin.

Ji xwe di aliyê leşkerî de li hemberî PKK’ê Emerîka hertim alîkariya leşkerî dide Tirkiye. Ev alîkarî wê dewam bike. Tirkiye heta niha bi vê alîkariya jî bi serneket û ne mimkune bi serkeve jî.
Li aliyê siyasî jî hin kes vê biryarê biçûk dikin. Dibêjin; “Qaşo Emerîka ji bo Rojava ji hedefa Tirkiyê derxe ev biryar girtiye.” Ev fikrek pir bi xeter e. Her wiha xeflet e. Eger Tirkiye rasterast an jî bi alîkariya Emerîka zirarek bide têkoşîna azadiya Kurdistanê ne Rojava dimîne û ne jî Başûr. Tirkiye PKK’ê weke hedefa sereke nîşan dide lê hedefa nîhaî hemû gelê Kurd e. Kî ku van êrişan tenê li hemberî PKK’ê şîrove dike û xeteriya van êrişan a ji bo hemû gelê Kurd nabîne ew di nava xefletek mezin de ye.

Her wiha hin kes li ser dezgehên çapemeniyê vê biryara Emerîka weke tiştek sembolîk dibînin. Ev jî şaş e. Ji xwe siyaset li ser sembolan tê meşandin û ti sembolek vala nîne. Biçûkkirina van sembolan nedîtina talûkeyan e û ev jî ne rast e.

Tişta ku were kirin li hemberî vê yekê bêguman diyar e. Kurd bi awayekî demokratîk li her derê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Pêwiste dinya bibîne ku ev biryar hemû Kurdan êşandiye.
Her wiha kîjan partî û dezgeh dibin bila bibin; hewce dike ku herkes helwêsta xwe nîşan bide. Bo nimune; PDK, YNK û Goran heta niha ti daxuyanî nedan. Gelo li hemberî van planan helwesta van partiyan çi ye Kurd meraq dikin?

Bi kurt û Kurmancî, têkoşîna Kurdan mezin dibe û hatiye qanaxa herî girîng. Êdî rengê sedsala pêşiya me diyar dibin. Kurd wê mohra xwe li vê sedsalê bidin. Dijminên Kurdan ji bo vê yekê asteng bikin hertiştî dikin dewrê. Eger Kurd xwe bidin hev û têkoşîna xwe dijwar û xurt bikin tê maneya van biryaran namîne. Yên ku van biryaran pûç bikin dîsa Kurd bi xwe ne.

Yorumlar