Luqman GULDIVÊ
Lorandin, gotina lorîkan belkî jî di nava wêjeyê de ew
tişt û ew cûreyê wêjeyî ye ku di navaxwe de gerîneke nakokiyan dihewîne.
Ev nakokiya li deverekê bi ser hev de dewisandî çima di cûreyekî de
dide der ku aktorê wê yê kirde, ango performera wê jin e. Û ya rastî li
Rojhilata Navîn li cem Ermeniyan jî em pêrgî heman cûreyî bi heman form,
nakokiyan tên. Lorandina ji bo zarokan, lorîkên ji bo zarokan, belkî li
cem gelek miletan ji bo bi xew ve birina pitikan hatibinsêwirandin, hin
qismên wan jî dibe ku dîdaktîk bin. Lê yên Kurdan ev aliyên wan ne li
pêş in. Metel, mamik û stranên zarokan û awazên lîstikan bi van
funksiyonên dîdaktîk ji bo zarokan radibin, lê ne lorîk.
Lorîk di çarçoveya ji rêûresmê de, di peywenda elimandî ya
civaka Kurd a heta beriya 30 salan de jî derfeta dayikan, wan jinên ku
ji nava mala xwe ya dêûbavê derketî û li maleke xerîb bûyî bûka xwesû û
xwezûrekî, bûyî jina mêrekî xerîb xweîfadekirineke neastengkirî ye. Di
heman demê de ew kêlî û mekanê wê kêliyê ye ku di nava wê mala xerîb de
ji yekane yan jî kêm endamên mala xwe re bilorîne; ji dilê xwe ji zaroka
xwe re kul, keder û derdê xerîbiyê bibêje. Ev derfet, li wê kêliyê û li
wî mekanî, ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin û ji bo dayikê pîroz e;
maneya vê jî ew e ku dest pê nabe. Ango yek ji cûreyên wêjeya devkî yên
gelekî taybet e. Anîna zarokekê ango destpêka jiyanekê û mirin ewqasî di
nav hev de û li ser hev tên dewisandin ku dikevin zikhev de.
Ev qutbûna ji mala xwe, û yekane hisa malê ya li nava
xerîban jî zarok, ji bo dayikê derfeteke yekane ya xweîfadekirinê
diafirîne. Lê ev xweîfadekirin ne azadiyeke ku ji peywenda heyî ya dayik
û zarokê derkeve. Ew her li wir e û tenê li wir, di wê peywendê de
destûrdayî ye. Ji ber wê jî dikare bibe nuqteyek ku tê de nakokî
dewisandî ne bi ser hev de. Ango bi xew ve birina zarokekê ku bi awazên
nerm û melodiyên ji mêj ve lê aliyana zavên bitikan li xewê germ bikin,
bi naverokek ecêb re tên cem hev.
Dema li vir ez behsa naveroka ecêb dikim, helbet ev ecêb
bûn ji ber peywenda dayik zarokê ye; lê heger em paşxana cihê jinê û
dayikê di nava civaka Kurd de li ber çavan bigirin, hingê di rastiyê de
ewqasî jî ecêb nîne. Lê em pêşî berê xwe bidin ecêbbûnê: Dayik ji bo ku
zaroka xwe bi xew ve bibe, naveroka firqet, qutbûna ji malbavê, mirinê û
zilmê di nava awaza xwe ya nerm û xemgîniyeke nerm lê barkirî de bi kar
tîne. Heta ewqasî ku mirin û xew weke hevmane tên bikaranîn. Ev
hevmanekirina mirin û xew, radeya wê xema qutbûna ji “malê” îfade dike; û
zarok jî ji bo gotina gazinc û loman weke guhdarê ji wê “malê” tê
qebûlkirin.
Ji vir û wêde, ji bo lorîkan jidestdana birayekî, bav yan
jî felaketeke mezin jî dikare bê tercîhkirin ku bi heman rengî xema
mezin a mirinê û xewê yek mane dike. Ji ber wê jî mirov dikare bi
Kirmanckî bibihîse ku ji bo zarokê li ser xwişk yan jî birayekî ji
destdayî bê nihurandin:
Herê biray way kiz, way mi koti bi de destano, way
Wax mi hendik nêeskenî derdî niyatî ma kerdi virar tiyaro, ax
Yan jî bi Kurmancî mirov bibihîse ku li ser zewace ne bi dilê kesa zewicî bê nihurandin:
Zewac bêderem tarî û hem zilmato
Ez bi goriyo qurban, berxo
Tu bi şev hatî min tu nas nekir
Tu rahatî, poz pê nekir
Ev herdu mînakên li jor ji Çewlîgê ne û mînakên bi heman
rengî li seranserê Kurdistanê hene. Mirov dikare vê nakokiya di vê kêlî û
peywenda diyar de weke encama bikaranîna azadiya wê kêliyê û wê
peywendê binirxîne ku ji kîm derfetan e ku jineke ji maleke xerîb li
nava wê mala xerîb karibe xwe îfade bike.
Yorumlar
Yorum Gönder