Salih Cuma PÎR
Her ku hilbijartin nêzîk dibin, desthilatdariya AKP-MHP´ê
dijminatiya xwe ya Kurdan zêde dike. Tifaqa AKP-MHP´ê her dibêje, ez ê
êrişî filan û bêvan deverê bikim û wir dagir bikim, niha jî xwe bi
alîkariya Tansu Çiller û Mehmet Agar girt ku dijminatiya wan a li dijî
Kurdan hatiye piştrastkirin. Tansu Çiller û Mehmet Agar dan zanîn ku ew ê
bi şiûra millî destekê bidin Tayyip Erdogan û tifaqa AKP-MHP´ê. Bi vî
rengî, niha desthilatdariya AKP-MHP´ê û şerkerên şerê qirêj ê salên
1990´î bûn hevparê hev. Jixwe, şerê qirêj ê ku Tayyip Erdogan li dijî
gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi rê ve dibe, bi hin aliyên xwe li salên
1990´î gelekî zêde dike.
Niha, yên ku destekê didin AKP´ê, ji ber dijminatiya li
dijî Kurdan pişta wê digirin. Halê hazir ti dewlet gefan li Tirkiyeyê
naxwe. Tişta ku jê re tehdît dibêjin, ew îhtîmal e ku Kurd li Bakur,
Başûr û Rojava bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Kurd li her çar
parçeyên Kurdistanê xurt bin, hingê li ti parçeyê pêşî li jiyana wan a
azad û demokratîk nikare bê girtin; destketiyên wan nikarin bên
tinekirin. Sedema wê yekê ku Tansu Çiller û Mehmet Agar ku qaşo bi şiûra
millî destekê didin AKP´ê, ew e ku şefên wan Erdogan-Bahçeli dijberên
Kurdan in. Jixwe ji ber vê dijminatiyê tifaqa AKP-MHP´ê çêbûye.
Tayyip Erdogan bi salan ji bo ku Kurdan û hêzên
demokrasiyê bixapîne, rexne li kirin û pêkanînên Tansu Çiller û Mehmet
Agar ên salên 1990’î digirtin. Niha ji ber ku destê xwe avêtiyê kirinên
dişibin ên wan, Çiller û Agar destekê didin wî. Jixwe, wezîrê karê
hundir ê Tayyip Erdogan, Suleyman Soylu, di zêhniyeta Mehmet Agar de,
dijminekî Kurdan û demokrasiyê ye. Heta, di vê mijarê de mirov dikare
bibêje ku ew ji Mehmet Agar zêdetir dijminê Kurdan e. Tevahiya boyax û
rengên li ser rûyê desthilatdariya AKP´ê ji ber rûyê wê ketin. Hat dîtin
ku Tayyip Erdogan, ji Çiller û Kenan Evren jî dîktatortir û bêhtir
dijminê Kurdan e. Bi wî awayî ku dema Kurdekî bi ruhê azad dibîne, mîna
gayê çav lê sor bûbûn hişê wî ji serê wî diçin. Mirov dibêje qey, kêfa
wî tê dijminatiyê li Kurdan bike. Ji ber vê yekê, tevahiya dijminên
Kurdan li dor Tayyip Erdogan dicivin; helbet her wiha hevkarên Kurd ku
ji eslê neslê kewê ne. Wan ên ku ew bav û du kurên wî bi xwînxwarî li
Pirsûsê qetil kirin jî Kurd in. Hem jî Kurdekî ku aşiqê dijminatiya li
dijî Kurdan a Erdogan e. Helbet ev rewşên hanê dilê Kurdan gelekî
diêşînin. Helbet ev kîn û hêrsa Kurdan zêde dike. Ev hêrs wê teqez
Kurdan bigihîne jiyana azad û demokratîk.
Tevahiya dijminên Kurdan bûne yek û dixwazin ku pêşiyê lê
bigirin ku di vî Şerê Cihanê yê Sêyem de yê li Rojhilata Navîn dewam
dike, Kurd bibin xwedî statu. Ji ber ku, statukoya Rojhilata Navîn a
sedsala 20´an a li ser qirrkirina Kurdan danî, ji hev de ketiye. Kurd,
halê hazir bi rêxistiniya xwe, hêza xwe ya eskerî û siyasî veguherîne
hêza ku tesîrê li hevsengiyên siyasî bikin. Tevahiya dijminên Kurdan
dibin yek, li her deverê êrişî Kurdan dikin û hewl didin ku Kurd di
hevsengiyên nû de cihê xwe negirin. Divê Kurd hemû vê rastiyê bibînin.
Hêzên siyasî yên Başûrî jî divê li hin destketiyên niha heyî nenihêrin û
xwe nexapînin. Tê zanîn ku Cotmeha 2017´an ji sedî 40´ê erdê Başûrê
Kurdistanê kete bin desthilata dewleta Iraqê û Heşd el-Şaabî. Ya ku rê
li ber vê rewşê vekir, esas, siyaseta desthilatdariya AKP´ê bû.
Ti hêza Kurd divê xwe nexapîne. Dijminatiya Kurdan a
dewleta Tirk zelal e. Armanca tesfiyekirina Tevgera Kurd a Rizgariyê,
êrişeke ji bo şikandina îradeya tevahiya Kurdan e. Hêzên siyasî yên Kurd
ku li vê yekê serwext nebin, wan ne rastiya Kurd û ne jî dijminên
Kurdan nas nekirine. Ew ên ku dijminê Kurdan nas nakin jî nikarin
Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd bi rê ve dibin. Nikarin tehlûkeyên li dijî
Kurdan berteref bikin.
Yorumlar
Yorum Gönder