Di bin siya dîktayan de têkoşîna radîkal a jinên Îranî

 

 

GELAWÊJ EWRÎN

Tekoşîna Jinên Îranê li beramber rejîmên dîkta yên beriya şoreşa 1979’an û piştî wê ji rêyên gelekî dijwar bihoriye û heta vir hatiye. Jinên Îranê di bin navê şerîetê de bi dehan salan ji mafê xwe yê herî xwezayî bê par bûne. Li gel van hemiyan jî gelek rêxistin û tevgerên siyasî yên jinan ji bo sînorên ji wan re hatiye xêzkirin, derbas bikin, têkoşîneke mezin kirine. Ji dema pêvajoya her du meşruiyetên li Îranê ango ta ji destpêka salên 1920’an heta roja îro, di bin navê qanûn û yasayên cur be cur de her tim hewl hatiye dayîn ku jin li kêlekê bimînin. Di rastî de jinên Îranê di gelek guhertinên sîstema Îranê de xwedî rolên diyarker bûne, lê çawa ku rejîman ev yek ji bo xwe wek xetere dîtine, bi tundî û zextan ew ji qadên têkoşînê dûr xistine. Rejîma berê ango ya şahenşahî her tim di bin navê modernbûnê de hewl dida beşek burjuva terbiye bike û li gor berjewendiyên xwe. Lê di bin çavdêriya xwe de ragire û bikar bîne. Lê ya dihat kirinê dûrxistina jinan ji rastiya têkoşînê û valakirina cewherê wê yê berxwedêr bû. Bi guhertina rejîmê re ku rola jinên Îranî di vê şoreşê de gelekî mezin bû, di serî de ji jinan re hat gotin; berjewendiyên netewî û olî di bin xetreyê de ne, niha dema mafê jinan nîne! Piştî demekê şerê Îran û Iraqê di rojevê de bû, wê demê jî ji jinan re dihat gotin, dem dema parastinê ye û ne dema mafê jinan e! Şer jî bidawî bû, êdî rejîmê dîktaya xwe li her derî serwer kir, vê carê herî zêde li ser jiyana jinan dîktaya xwe qahîm kir. Herî dawî jî ji jinan re hat gotin, cihê we aşxane ango metbex e!
Di dirêjahiya rejîma komara îslamî ya Îranê de ango bi qasî 40 sal in ku jinên Îranê li beramber qanûnên ku di bin navê şerîetê de li ser wan tê ferzkirin, têdikoşin. Rejîmê hewl daye xwe berde hemû şaneyên jiyana jinan û wan teslîm bigire. Herî zêde ji kevneşopiya berxwedêr a jinan ditirse ji bo wê, xwestiye koka darê zuha û hişk bike. Di vê mijarê de her çend gelek texrîbat li ser jina Îranê çêbûye. Lê belê hêjî cewhera xwe ya pak parastiye. Ji bo gelek kesan dibe, mijara cil lixwekirinê mijarek ji rêzê be, lê jina Îranê bi salan e têkoşîna vê dide ku çawa dixwaze li xwe bike û nehêle kes di derbarê wê de biryarê bigire. Mijara serê xwe pêçandin, ji bo jinên Îranê xwedî rabirdûyek tal û mixabin dûr û dirêj e. Di wexta xwe de şahê Îranê, Riza Xan li ber bayê modernîzma li Ewrûpayê ketibû û bi darê zorê ji jinên Îranê xwest ku serê xwe vekin. Xwest reforman di cilxwekirina jinan de li gor xwe çêbike. Beşeke pir kêm li gor vê plana qaşo modernkirinê tevgeriyan. Ne jinên Kurd, ne jinên Belûç ne yên Azerî û Tirkmen û heta ne jinên Faris dest ji cil û bergên xwe yên qedîm bernedan. Ew aliyek hişmendiya dogmatîk a mêrê serwer bû, aliyê din jî rejîma meleyan bû ku hewl da bi darê zorê jinan di bin çarşefa reş de veşêre. Yek ji wan jî ti caran temsîla cewhera rastî ya jinên Îranê nekir.
Dewleta Hesen Rûhanî gelek gotinên xemilî di dema her hilbijartinan de bi taybet ji bo mafê jinan hewar dikir. Lê dema em niha lê temaşe dikin, hêza Rûhanî têra dîktaya hişk a dewleta kûr a li Îranê nekiriye û nake. Hinek reformên biçûk jî rastî bertekên gelekî zêde tên. Ya rast dixwazin bi pêkanîna hinek reforman, temenê xwe dirêj bikin. Di van demên dawî de li Îranê bûyerên destavêtin û tundiya li ser jinan gelekî zêde bûye. Li seranserî Îranê helwestên xelkê li beramber vê hovîtiyê çêbû. Ji ber bûyerên derveyî exlaqê civakê çêbûn û civak vê rizîbûnê napejirîne. Ji bo rejîm serê van rastiyan bigire, hewl dide hinek reforman bike. Yek ji wan jî destûr da ku piştî demek dirêj jin bikevin stadyomên werizîşê û lîstikan temaşe bikin. Bê guman ev yek jî bi ked û hewldana jinan bixwe çêbûye. Jinên Îranê bi salan li pişt deriyên stadyoman ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin, sekinîn. Rastî her cure heqaretan hatin, gelek fetwa li ser wan hat dayîn lê ya xwe kirin. Jixwe ev reforma çêbûye jî ji aliyê gelek melayan ve rastî nerazîbûnê hat. Vê wek bêexlaqî û têkbirina ewlekariya hundirîn a welat dinirxînin. Ev pêşketinên biçûk lê girîng in. Lê belê divê jin ji bîr nekin, rejîm her dem dixwaze bi reformên bi vî awayî bala xelkê li ser mijarên esasî belav bike. Kirîza aborî ya li Îranê, zêdebûna meylên ji bo guhertin, azadî û demokrasiyê, hiştiye ku rejîm li ser stiriyan be. Ji bo wê van reforman dike. Ev reform girîng in lê ne her tişt in. Derdê jinên Îranê tenê ne ew e, gelek pirsgirêkên kûr ên civakî di holê de hene. Ya herî esasî jî ew e ku qanûna esasî ya Îranê di kirasê şerîetê de, li dijî jinan hatiye nivîsandin, ji bo wê jî divê di serî de ev qanûn were guhertin. Reformên din jixwe wê li pey werin û ne rojeva sereke ya jinanê Îranê ye. Ya din jî jin nabe vê ji bo xwe qebûl bike ku ew tenê hebûneke maddî ne ku ger reformên wisa maddî çêbibin, wê azad bibin. Koletiya jin ji van bûyerên maddî gelekî wêdetir û kûrtir e mixabin. Ji bo mirov behsa azadiyê bike, divê koka koletiyê baş were kolandin. Bi çend reformên burjuvaziya biçûk û lîberal, azadî misoger nabe. Têkoşîneke radîkal ji bo azadiyê pêwîstiya herî esasî ya jinên Îranê ye di vê demê de.

Yorumlar