Azîz OGUR
Tirkiyeyê hilbijartineke girîng derbas kir. Encamên vê
hilbijartinê nîşan didin ku êdî tiştek mîna berê dom nake. Bi gotineke
din encamên vê hilbijartinê wê birêveçûna Tirkiyeyê ya ji niha û pêde
diyar bikin.
Çi dibe bila be serkeftina herî mezin a vê hilbijartinê ya
HDP’ê û hêzên piştgirê wê ne. Tevî faşîzma tund, atmosfera tirsê,
bêusûlî-hileyan, bêderfetî û êrişên heyî jî bi derxistina ser bendê re
ya HDP’ê, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê peyama; “Şert û merc çi dibin
bila bin bijarka me berxwedan e” dane dost û dijiminan.
Ev serkeftin û têkoşîna li dora vê serkeftinê dikare bibe
bingehê xurtbûna eniya demokratîk a li dij faşîzmê. Kesên dudil û
derdorên ji CHP’ê hêvîdar jî, ku şeva hilbijartinê careke din ji sekna
CHP’ê û namzedê wê xeyalşikestî bûn, wê berê xwe bidin nava vê eniyê.
Derbaskririna benda faşîzmê ne mîna hejmareke ji sedî
11-12 divê were hesibandin. Bingehekî têkoşîna bêhempa ya paşerojê li
dij faşîzmê û navenda yekîtiya hêzên demokrasiyê divê were hesibandin.
Profîla namzetan û hilbijartiyên parlementer ên HDP’ê ku hemû gelan,
derdoran temsîl dike, rêjeya jin a derbasî parlemenê kir karakter û
taybetmendiya HDP’ê û hêza li dora HDP’ê nîşan dide.
AKP’ê hêzeke mezin wenda kir. Li qêrînên serkeftina sexte
yên AKP’iyan mêze nekin. AKP ku Tirkiyeyê di bin zept û reptê, yanî
faşîzmê de bi rê ve dibe jî ji sedî 7 deng wenda kirin. Polîtîkayên
êrişkar û faşîzan ji AKP’ê bêhtir bi kêrî MHP’ê hatin. Lewra serkeftina
Îtîfak a Cumhur di rastiyê de serkeftina MHP’ê ye. MHP’ê bi rêjeya 11,10
a dengan û 49 parlementerî bû deshilat. AKP, bi 295 parlementerî beyî
MHP’ê nikare gaveke bi tenê biavêje. Ji bo li ser desthilatdariyê bimîne
û koalisyona xwe dom bike bêsînor wê tawîzan bide MHP’ê.
Encama siyaseta Îngilîz e
Diyar e hêzên navneteweyî jî ji desilatdarî û serokatiya
Erdogan a bi saya MHP’ê razî ne. Beriya demekê Erdogan serdana sê rojan a
Londonê kir. Îngîlîstan a ji Yekîtiya Ewrûpayê derket dixwaze di ser
AKP-Edogan an Tirkiyeya bi desilatdariya AKP-MHP’ê re mîna hêzeke
emperyal a sedsala 19. bikeve Rojhilata
Navîn. Bêdengmayin, destekdayina dagirkeriya Tirkiyeyê ya Efrînê encama
vê polîtîkayê bû. Beriya hilbijartinê bi çend rojan jesta Minbicê ya
DYA’yê ji bo AKP’ê jî encama heman polîtîkayê ye. Ji niha û pêde
Tirkiyeya bi desthilatdariya AKP-MHP’ê wê mîna jandarmaya Îngîlistan
tevbigere. Ji bo pratîzekirina polîtîkaya Îngilîzan AKP-MHP’ê ya herî
guncan e. Nasnameya Îslamî û têkiliya bi komên radîkal a AKP’ê,
nijatperestiya MHP’ê û xewnên Erdogan ê kral-xelîfe jî tev yek bi yek li
polîtîkaya Îngîlîzan tên.
Encamên hilbijartinê yên ji bo hêzan heger mirov bi kurtî rawe bike:
CHP mîna her carê teslîm bû. Bi teslîmbûnê re mîna hêzeke
duvikê AKP-MHP’ê bê nasname û bê wizyon ma. Tinebûna wizyona desilatdarî
û rêveberiyê hişt ku careke din bi muxalif mayinê razî bibe. Têkçûn an
bikarneanîna derfeta 24 Hezîranê di beşeke mezin a CHP’iyan de bû sedema
şikestinê. Ev dikare guhertinekê jî bi xwe re bîne. Her wiha dikare van
beşan ber bi bloka demokrasiyê ya li dora HDP’ê kom bûye ve jî bibe.
AKP têk çû lê xwe bi nijatperestiya MHP’ê ser linga hişt.
Her wiha mîna hêzeke alternatîf İyi Partî jî li kêleka xwe li ser hinga
hiştin.
Li aliyê din hêza demokrasiyê ya li dora HDP’ê civiya ye heye. Peyama Kurdan û hêzên demokrasiyê ‘heya dawiyê berxwedan’ e.
Pêvajoyeke dijwar û têkoşîneke tund li pêşiya me ye. Ji
bijarka li Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê li dij faşîzma MHP-AKP’ê
berxwedanê pêde alternatîfeke din li pêşiya Kurdan tune ye.
Divê were zanîn heger qesr û qonax, artêş û polîs, derftên
dewletî û piştgiriya navnetewî ya MHP-AKP’ê bin, çiya, kolan û qadên
têkoşînê jî yên berxwedêran e.
Yorumlar
Yorum Gönder