Bi dil neçe bi kul biçe


 

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Bêguman wê nirxandinên encama hilbijartinan wek baranekê bireșe ser xwinêran. Ji wê ezê bi hûr û kûr li ser her aliyên mijarê ranewestim. Bes dixwazim balê bikișînim ser du sê tiștên girîng dibînim.
Yek: Hilbijartin ne di rewșeke asayî û li gor pîvanên demokratîk bû. Piștî partiya desthilatdar û psîkopat hemû amadekariyên dizî û dekbaziyê qedand, hê biryara hilbijartinê da. Jixwe tevahiya medya Tirk di bin dest û kontrola wan de ye. Ji bo pêșî li HDPê bigirin, ne tenê bi hezaran xebatkar û endamên wê girtin, bê navber bi hêzên xwe yê paramîlîter û qașo ewlekariyê êrișê wê kir, nehîștin ku HDP çavên xwe vekin. Medya wan jî tenê nûçeyên HDP reșkirinê weșandin. Xebatên HDP rasterast di nava bêderfetiyan de derfet afirandin bû. Nișana vê ya herî balkêș ew vîdeoya fermandayîna pêșî li HDPê girtinê, êrișa li Pîrsûsê, du roj berê hilbijartinê di ajansa A.A. de weșandina encamê û berê ku saziya hilbijartinê encama hilbijartinê ragîhîne, serketina xwe îlankirina wî kesî û û.
Ya dudiyan; Ji bo HDPê çaresernekirina birêkxistinên li hin bajarên Tirkiyê, xwerû cîhên ku Kurd lê hene. Mînak; Çorum. Li Çorimê nêzîka șêst heftê gundên Kurdan hene, piraniya wan jî gundên mezinin. Kurdên sunî yên li Çorimê dengê xwe didin AKP, yên Alevî jî didin CHP. Dema were birêkxistin dikane du parlamenteran jî derxe. Her wisa Konya. Bi giștî Kurdên navenda Anatolya, nehatine organîzekirin. Tê zanîn ku di navenda Anatolyayê de herî kêm du sê milyon Kurd hene, le mixabin di nava wan de dengê HDP li dora sifrê ye. HDP partiya gelan e, lê hêza wan ya di nava Lazan de gelek melûl e. Derya reș mîna ku jê re girtî be. Divê li derfetên têkilîdanînê bigerin. Ev herdu herêmên navborî bûnin depoya dengên partiyên pașverû û fașîst in. Hetanî ev neyê parçekirin, pêșî li partiyên pașverû nayê girtin.
Ya sêyemîn, gelê Tirkiyê bi giranî gelekî kevnparêz e û kêm dixwîne, baweriya xwe tenê bi çapemeniya dewletê tîne, ew jî bê navber șovenîzmê pompe dikin. Li aliyê din, gel hê wê hovitiya van serkarên xwînxwar di jiyan û giyana xwe de hîs nekiriye. Li hinan jî tirsa hovitiya li kalên wan hatiye, kirin hê nehatiye kuștin. Li gel wê ta roja îro hesabê ti komkujiyan ji serkarê Tirkiyê nehatiye xwestin, çi kirine ji wan re kar maye. Lema jî çandeke empatîyê li mirovan tune. Di mêjî û bîra wan de tenê du wêne hatiya çandin, „dijmin û tirkayetî.“ Ev jî wan zû dike koleyê poșandinên serkarên xwînxwar û dagirker.
Ya çaran: CHP ya kemalîzma laiq, ya bi navê parastina dewletê tim gopalê bin çengê AKP ye. Ne partiyeke Anatolya, tenê di çend benderbajaran de fetisiye, her wiha ne xwedanê vîzyoneke demokratîk e ku bikane hêviyê bide gel. Ew tenê dengên hin derdorên Tirkên spî û Elewiyên ji tirsa rastgiran di bin çengê wê de ne digire.
Bi dîtina min tenê rêyekî maye. Ew jî divê di vê pêvajoya têkçûna aboriya Tirkiyê, aloziyên wan ên siyasî û bi derve re hê kûrtirkirin û bi șereke dijwar wan anîna ber ruxandinê ye. Ji bo vê jî divê ji her aliyê ve werin dorpêçkirin xwerû jî divê hêza desthilatdar bi her aliyê ve were kilîtkirin. Bi gotineke kurt divê hêvî li ser hilbijartineke din nemîne. Ev bi dil naçe divê bi kul biçe.

Yorumlar