Salih Cuma PÎR
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tevî hemû zext, lîstok û
hîleyan îradeya xwe ya demokratîk bikaranîn û hiştin ku HDP benda
hilbijartinê derbas bike. Bi vê yekê re bersîv dan ew talîmata Tayyîp
Erdogan a ku ji bo HDP di bin bend de bimîne dabû. Derbaskirina HDP a
benda hilbijartinê, îspat kir ku vîna gelan û hêzên demokrasiyê yên
têdikoşin nikare teslîm bê girtin. Dewleta Tirk ji bo li Kurdistanê
dengên HDP bikevin, serî li hemû rê û rêbazan da. Li Rihayê qetilkirina 3
welatparêzên bav û du kurên wî, nîşan dide ku li Kurdistanê ji bo
dengên HDP bikevin çawa bi çavsor tevdigerin. Niha ji bo girêdana di
navbera gelê Kurd îradeya siyasî de qut bikin, şerekî taybet a topyekûn
dimeşînin. Hemû derfetên dewletê ji her demê zêdetir ji bo vê tê
bikaranîn. Piştî ku bi qeyûman dest danîn ser şaredariyan, armancê wan
ev bû. Niha şarêdarî bûne navendên şerê taybet ê li dijî gelê Kurd. Li
hemû bajêr û navçeyên Kurdan, navenda şarê taybet ku walî û qeyûm jî tê
de ne hatine sazkirin. Ev bi gelek rê û rêbazan ji bo girêdana gel a bi
hêzên siyasî re qut bikin, xebatê dimeşînin. Bi ajankirin, bertîl û gef
xwarinê dixwazin li ser gel zextê bikin û bi rêve bibin.
Ev polîtîkayên şerê taybet û rêbazên wê her roj li bajaran
bi girtinan dewam dike. Bi vî rengî dixwazin civak nefesê negire û wê
teslîm bigirin. Hemû saziyên adalet û darizandinê bi temamî bi van
navendan re kar dikin. Ew her roj biryar digirin ku wê kî bigirin; hakîm
jî ev bi navê qanûn û hiqûqê digirin. Dagirkerî û qirkirina li
Kurdistanê bi vî rengî tê meşandin.
Tevî ku li Kurdistanê rastiya dewletê ev e, yên navê
partiyên Kurd li xwe kirine li dijî vê bêdeng in; tevî vê yekê bi
helwestên xwe van zextan ji rêzê nîşan didin û rewa dikin. Li welatekî
zext heye, lê belê di dewsa ku ev partî li dijî dewletê tebikoşin hêzên
siyasî yên gelê Kurd û gelê Kurd sûcdar dibînin. Mîna li zindana Amedê
ya 5’emîn digotin, ew jî dibêjin, “Eger hûn li ber xwe nedin, zext jî
nabin”. Bi vî rengî yên li ber xwe didin sûcdar dibînin. Ev eşkere ye;kî
li dijî van zextan têkoşînê nemeşîne, ew jî hevkarê van zextan in. Lê
belê tevî ev têgihiştin û helwestan, şerê taybet yê dewleta Tirk nikare
li Kurdistanê encamê bigire. Li Kurdistanê li pêşiya îradeya gelê Kurd
nikare bend were danîn. Li Kurdistanê piraniya dengên ku AKP wergirt,
yên esker û polîsan e. Weke mînak li bajarên weke Şirnex û Colemergê ji
nîvî zêdetir dengên ku AKP wergirtiye, yên polîs û eskeran e. Wan
biryargeya navendî ya şerê Kurdistanê ye. Li vê derê jî gelek esker û
polîs hene. Tevî hemû hîle, zext û dengên dewletê, rêjaya dengên ku li
Şirnex û Colemergê wergirtine % 22 ye. Eger were lêkolînkirin, malbatên
cerdevanan yên berê dengên xwe dabûn HDP, vê carê ji ber ku gef li wan
xwarine li hin deran mecbûr mane ku dengên xwe bidin AKP’yê. Navenda
şerê taybet vê carê li ser gundên ku cerdevan bûn, ji bo deng bidin AKP
zext kiriye. Çûne gelek gundên cerdevanan û gotine ‘Divê gundên we
dengên xwe bide AKP’yê.’ Lê belê tevî vê yekê HDP li Kurdistanê bi
hêjmara dengên bilind bûye partiya yekemîn. Ji ber vê yekê ez careke din
gelê Kurd yê ku li dijî zextan li ber xwe dide, pîroz dikim. Ji ber ku
yên ku avêtine sindoqan tenê ne dengek e; li Kurdistanê ev helwestek e û
nîşandana îradeya berxwedanê ye. Ji ber ku gelê Kurd ev vîna xwe nîşan
daye derketiye meydanan û encamên hilbijartinan pîroz kiriye. Ev tenê
pîrozbahiya hilbijartinê nebû. Ev pîrozbahiyên hilweşandina zextên şerê
taybet yê li Kurdistanê bû.
Ji xwe mîtînga HDP ya li Amedê jî nîşaneya helwesta gelê
Kurd bû û bi encamên hilbijartinan jî ev berbiçav bû. Gel heta ku
Tirkiye demokratîk bibe û gelê Kurd azad bibe wê têkoşîna xwe bimeşîne.
Pêvajoya piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî wê weke
qonaxeke hilbijartinê derbas bibe. Dewleta Tirk wê êrîşên xwe yên
dagirker û qirkirinê zêdetir bike. Ji xwe Tayyîp Erdogan hîn di seatên
destpêkê de got ku wê polîtîkayên berê dewam bikin. Hilbijartin jî ji bo
van polîtîkayên xwe rewa bike û piştgiriye bi dest bixe hatibû kirin.
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê bi awayekî rêxistinkirî û hevgirtî li
dijî vê bisekinin. Desthilatdariya AKP-MHP eger ji bo Kurdan tine bike
êrîş dike, gelê Kurd jî divê bêje roj roja berxwedanê û şerê hebûnê ye û
hîn zêdetir tevlî têkoşînê bibe.
Yorumlar
Yorum Gönder