Li Rojhilta Navîn dema Kurdan e


 

Salih Cuma PÎR

Li Iraqê hilbijartin çêbûn. Demokrasî û hilbijartin di çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî de rêbazeke girîng e. Lê belê, ji ber krîza giştî ya modernîteya kapîtalîst, hilbijartin jî ji pirsgirêkên welatan re çareseriyê peyde nakin. Nexasim li welatên ne demokratîk, hilbijartinên tên kirin ji îstîqrarê bêhtir bêîstîqrariyê diafirînin. Ji ber ku hilbijartin a esas bi tenê ji bo “bila xelk û alem bibîne” tên kirin yan jî li şûna derdoreke otorîter, derdoreke din a otorîter dikin desthilatdar. Dema ku welat ne demokratîk bin, hingê hilbijartin ji bo derdorên siyasî yên otorîter yan jî yên krîza diafirînin dibin amûrên avakirina rewabûnê. Kurt û Kurmancî li welatên ne demokratîk hilbijartin ji derdan re nabin derman. Va ye li ber çavên me hilbijartinên Lubnanê hene! Hilbijartinên li Tirkiyeyê muhtemel e krîzê xirabtir bike. Hilbijartinên li Iraqê endamên wisa bi xwe re anîn ku ji çareseriya krîzê bêhtir xirabtirkirina krîzê bi xwe re bîne.
Li Iraqê têkoşîneke gelekî girîng a hêzê heye. Esas, ev meydanek e ku du hêz bi hev re ketine nava qayîşkêşaneke siyasî. Ya yekem Îran e, hêza duyem jî DYE û dewletên sunî ên Ereb in. Helbet Tirkiye jî bi qasî van herdu aliyan nebe jî, dixwaze li ser siyaseta Iraqê bi tesîr be.
Encamên hilbijartinên li Iraqê li şûna ku îstîqrarê bînin, avahiya siyasî bêhtir parçeyî û bêtewazûn kirin. Herçî sunî ne ji meydana siyasî hema hema bi temamî hatin jêbirin. Li navenda herî girîng a suniyan Mûsilê jî yên ku di hilbijartinan de bi ser ketin şîî ne. Li Başûrê Kurdistanê ya ku di nava krîzeke giran a aborî û siyasî de ye, encameke demokratîk a ku krîzê çareser bike derneket holê. PDK´ê weke partiya ku herî zêde parlamenter derxistin, îlan kir ku siyaseta wê hatiye erêkirin. Bi vî awayî li Iraqê jî careke din hat dîtin ku li welatên ne demokratîk hilbijartin bi tenê xwedî wê maneyê ne ku rêveberiyan rewa bikin. Mirov nikare ji sîstemeke siyasî ya ku sunî di navê de cihê xwe negirin, hêviya îstîqrarê bike. Suniyên ku seranserê dîrokê di jiyana siyasî ya Iraqê de bûne xwedî tesîr bên bêtesîrkirin, helbet ev ê bibe sedema bêîstîqrariyê. Çiqasî niyetbaş dibin bila bibin, li Iraq a ku mezhebperestî lê serwer be, ne mumkin e ku partiyên şîî suniyan razî bikin. Li aliyê din ew ên ku bi dehan salan li Başûrê Kurdistanê bi têgiştina klasîk a desthilatê bûne rêveber nikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin. Lewma, ew encamên hilbijartinan ji bo nixumandina siyasetên xwe yên şaş bi kar tînin.
Ev rastî, zemîn çêdike ji bo reqabeta hêzê ya di navbera DYE û Îranê de. Rikberiya siyasî wê li Iraqê zêdetir jî bibe. Tevî ku partiyên nêzî DYE-dewletên sunî yên Ereb bi ser ketibin jî hêza ku li herêmê ye Îran e. Dîrokî jî ew her di nava siyaseta Iraqê de hebû. Li Başûrê Kurdistanê nerehetiya xelkê wê dewam bike. Ev jî nîşan dide ku ji bo Başûr îstîqrar ne nêz e.
Heger PDK encamên hilbijatrinan weke rastdîtina siyasetên xwe yên berê binirxîne, ev dikare pirsgirêkan li hundir û hem jî bi hikûmeta navendî ya Iraqê re zêde bike. PDK li şûna ku bi rêya demokratîkkirina Iraqê li çareseriya pirsgirêkan bigere, hewl dide bi desteka hêzên ji derve meydana hikumraniya xwe fereh bike; ev jî dikare timî pirsgirêkan biafirîne. Dewleta Tirk dixwaze ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de pirsgirêk hebin. Jixwe bi salan e ev polîtîka daye ber xwe. Bi wî rengî ku di dema referandûmê de bû xwedî helwêsta ku bi siyaseteke Başûr lawaztir bike û wê muhtacî xwe bike.
Li Başûrê Kurdistanê rêya herî rast a ji bo ku Kurd bigihîjin heqê xwe ew e ku demokratîkkirina Iraqê ji xwe re bikin hedef. Jixwe bi destûra bingehîn Kurdistan xwedî statuyeke û pê re jî ji bo Kurdan destketiyên girîng derketine holê. Niha bi rêya demokratîkbûnê derfet heye ku ev destketî xurttir û berfirehtir bibin. Ev helwêst hem wê destketiyan mayînde bike û hem jî Kurdan di siyaseta Iraqê de bi tesîrtir bike. Helwêstên li derveyî siyaset û têkoşîna demokratîkkirinê ji bo Kurdan wê rewşên neerênî derêxe holê. Di vê peywendê de nirxandina hilbijartinên li Başur weke rastbûna siyasetên berê, bêzariyekê îfade dike.
Ya ku ji bo tevahiya Iraqê pêwîst demokratîkbûyîn e. Lêbelê, ne li seranserê Iraqê û ne jî li Kurdistanê têgihiştineke ku vê siyasetê bi rê ve bibe, heye. Ev rewş wê pirsgirêkan girantir bike. Di vê rewşê de kî siyaseta demokratîkkirina Iraqê bide ber xwe, wê bibe xwediyê wî şensî ku siberojê bi tesîr be. Lewma encamên hilbijartinên Iraqê têkoşîna demokratîkbûyînê pêwîsttir kiriye. Di vî warî de yên ku herî zêde xwedî avantaj Kurd in. Lewma dema ku mirov Iraqê bi giştî li ber çavan bigire, di têkoşîna demokratîkbûyînê de Kurd dikarin bi bandor bin. Tevgera Azadî bi Newayî Nû re tifaq kir, û di warê demokratîkkirina Iraqê de helwêstek danî holê. Heger ji ber zexta neteweperest çîz neke û di vê siyaseta xwe de bi israr be, Tevgera Azadî hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li meydana siyasî ya Iraqê wê her biçe bêhtir bibe xwedî bandor.
Ev zelal e; li Başûrê Kurdstanê xelk doza demokratîkbûyînê dike. Li cem gelê Kurd ê bindest û bi salan di bin nîrê mêhtingeriyê de têkoşiya, bîreweriyeke demokratîk peyde bûye. Ji ber ku Kurd di tevahiya dîrokê de dûrî desthilatê man û ji xwe re sîstemeke dewletparêz ava nekirin, ev rewş di vê qonaxa em niha gihiştinê de veguheriye avantajekê ji bo Kurdan. Ji ber ku berê di sîstema mêhtinger de zext li wan dihat kirin, îro di warê demokratîkbûyînê de Kurd kirin miletê herê bi tesîr. Heger em li ber çavan bigirin ku li Rojhilata Navîn gav hatiye avêtin ber bi çaxê demokratîkbûyînê ve, Kurd xisleta xwe ya demokratîkbûnê biparêzin ne bi tenê li Iraqê li seranserê Rojhilata Navîn dikarin bibin gelê xwedî bandor. Bi vî aliyê xwe, li Rojhilata Navîn êdî dema Kurdan hatiye.

Yorumlar