Firsenda têkbirina faşîzmê ye




Xebat Andok: “Ev hilbijartin ji bo gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê firsenda dîrokî ye. Gelê Kurdistanê li dijî desthilatdariya Erdogan, li dijî dagirkirina Efrînê û başûrê Kurdistanê rabû ser piyan. Girîng e di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de her kes peyama serketinê bide.”

ENES YILDIZ
ANF/BEHDÎNAN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok, hovîtiya rejîma AKP’ê ya li Sûr, Cizîr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê, her wiha dagirkirina Efrînê û êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê bi bîr xistin û got: “Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo bersivdanê firsendeke girîng in.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, Xebat Andok hilbijartinên pêşwext ên 24’ê Hezîranê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê çêbin, nirxandin.

Di rojeva civakê de jî berxwedan heye
Andok got, divê berê hilbijartina berxwedana hêzên demokrasiyê li Tirkiyê û Kurdistanê di asta herî jor de dewam bike û wiha peyivî: “Li dijî politikayên Erdogan û Bahçelî yên qirrkirinê, ji bo têkbirina faşîzm û dagirkeriya li Kurdistanê, divê ev hilbijartin bibe bersiva civaka azadîxwaz. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê di nava Rewşeke Awarte de tên kirin. Bi vê hilbijartinê re qirrkirin û dagirkeriyê li Kurdistanê ferz dikin. Polîtîkayên qirrkirin û înkarê yên Erdogan û Bahçelî ji aliyê hemû gelên herêmê ve tên dîtin. Di rojeva hikûmetê de qirrkirin heye. Qeyran û alozî heye. Di rojeva civakê de jî berxwedan heye.”

Bûne bela li serê gelan
Andok diyar kir ku hilbijartina hatiye ferzkirin ne li gorî pîvan û exlaqê demokrasiyê ye û got, “Ji her demê bêhtir Erdogan dijminatiyê li Kurdan û hêzên demokrasiyê dike. Ev yek di plan û hewldanên dagirkirina Kurdistanê de tê dîtin. Civaka Tirkiyeyê polîtîkayên Erdoganî yên xwînmij dibîne. Erdogan û Bahçelî bi faşîzma xwe bûne bela li serê gelan. Dem hatiye ku ev pergala desthilatdar bê rûxandin.”

Firsenda dîrokî ye
Andok îşaret bi hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîr, Sûr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê kir û derbarê vê yekê de jî wiha axivî: “Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê desthilatdariya Erdogan baş nas kir. Bi faşîzma Tirk a mêtinger re rû bi rû hat. Di vê hilbijartinê de divê bersiv ji xerakirin û talanê re bê dayin. Ev hilbijartin ji bo gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê firsenda dîrokî ye. Gelê Kurdistanê li dijî desthilatdariya Erdogan, li dijî dagirkirina Efrînê û başûrê Kurdistanê rabû ser piyan. Girîng e di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de her kes peyama serketinê bide.”

Partiya hemû gelan e
Her wiha Xebat Andok bal kişand ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û çareseriya pirsgirêka Kurd û diyar kir ku rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û demokratîkkirina Tirkiyeyê daxwaza sereke ya gelan e. Andok got, HDP ne tenê partiya Kurdan e, partiya hemû gelên Tirkiyeyê ye.

Ji bo paşerojên ronî
Xebat Andok da xuyakirin ku bi konsepta qirrkirin û tecrîda girankirî re Erdogan hewl dide civakê dîl bigire û got: “Demokrasiya gelan paşeroja Tirkiyeyê ye. Eger her kes vê rastiyê bibîne wê qirrkirin ji holê bê rakirin. Demokrasiya gelan wê bi ser keve. Heger li ser vê bingehê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de deng bê dayin, wê her kes qezenc bike.”

Yorumlar