Çêkirina nijadan û minaqeşeyên ´bêguneh´

 

Luqman GULDIVÊ

Nijadperestî bi qebûlkirina hebûna nijadan dest pê dike. Di hin zimanan de jî ji bo cûreyan carinan peyva nijad tê bikaranîn û hin kes jî vê yekê weke delîla hebûna nijadan datînin ber yên din. Dema ku me qebûl kir ku nijad hene bi maneya “race” hingê em ne tenê qebûl dikin ku rengê çermê mirovan, rengê porê wan û şiklê çav û seriyên wan guhertî ne, ji hev cihê ne; em tiştekî din jî pê re qebûl dikin, ew ne wekhev in bi eqlê xwe, bi hêjabûn û rûmeta xwe û heta bi xurtiya bedana xwe. Bi temamî ji van hizran dûr helbet her mirov ne weke yê din e; lê di nava her rengê mirovan xurt, biaqil û birûmet hene, û qels, bêaqil û bêrûmet hene. hin sedemên taybet ên biyolojîk jî dibe ku heta deverekê bi dewra xwe rabin; lê rastî ev e, her mirovê avê kêm vexwe bi heman komplîkasyonên biyolojîk re rûbirû dibe, her mirovê têr nexwe jî bi heman rengî. Bi qasî em dizanin, her mirov bi heman rengî li civakîbûnê vekiriye û civaka li dewrûbera wî bi heman rengî tesîrê lê dike.
Heger wisa ye, mirov nijadperestiyê çawa rave bike, hebûna wê çawa bibîne! Bi ya min nijadperestî hewldaneke girseyî ya peydekirina rûmeteke civakî di nava komekê de ye. Nexasim jî di nava wan koman de ku ev rûmet ji mirovbûnê tenê, ji ferdbûneke têrker tenê û ji civakîbûneke bi tewazûn tenê nekariye bê, nehatiye, yan jî destûr nehatiye dayîn ku ev rûmet li cem xelkê peyde bibe. Bi peydebûn û belavbûna neteweperestiyê de nexasim li Ewrûpayê di nava “zanyaran” de fikrê kat da û li tevahiya civakê belav bû û bi ser de jî ji bo îdeolojiyên ku çavên xwe berdabûn desthilatdariyê jî amûreke baş bûn. “Zanyarên” hingê bi pozîtîvîzmeke hişk a ku piştrastkirineke madî ji ilmê xwe re şert datanîn, bi hêsankerî û reduksiyonîzmeke dildarî kategoriyên hişk ji bo dabeşkirina her tiştî bikardianîn. Ha wan “zanyaran” li heman parzemînê fikra ku mirov dikarin li nijadan bên dabeşkirin peydekirin, ev nijad û kategoriyên wan jî çêkirin û danîn ber xelkê. Wan got filan nijad wisa wisa ye, bêvan wisa wisa ye û sinifandina xwe birin serî; muhim e li vir em li bîra xwe bigirin ku em behsa tiştekî çêkirî dikin.
Û bi tenê li ser bingehê vê “çêkirinê” mumkin e nijadperestî (rasîzm) peyde bibe. Ev fikr jî dibêje, nijadek ji ya din çêtir e. Heta ev nijad carinan heta bi gelan an jî komên gelan hatiye daxistin. Êdî hebûna vê hizrê û têgeha wê ya çêkirî, ji ber hin tedbîran bi hêsanî dikarin bên piştrastkirin. Piştî ku rejîmên nijadperest ên ku bi faşîzma li Ewrûpayê, di serî de li Elmanyayê belavbûyî bû sedema bobelatên ecêb mezin û em dizanin bi Ittihat û Teraqqiyê heta bi Kurdistan û Anadolê jî bû sedema felaketên mezin: qirrkirinên plankirî ên netewe, gel û diyanetan. Qirrkirina Cihûyan, qirrkirina Romanan li Elmanya Nazî û deverên wê dagirkirî, qirrkirina Ermenî, Suryanî û xeyrî Misliman li ser erdên Osmanî mînakên herî darî çav in.
Tedbîr çi ye? Di gelek Destûrên Bingehîn ên dewletan de piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn di nava xalên sereke de hatiye bicihkirin ku ti mirov ji ber nijad, bawerî, mezheb, etnîsîte û zimanê xwe nikare rastî cudakeriyê bê. Ango ji bo ku pêşî lê bê girtin ku cudakerî li dijî mirovên ji reng, dîn û etnîsîteyên din neyê kirin, tedbîreke insanî ye. Lê mîna gelek tiştên insanî, mirovên nijadperest di van destûran de qebûlkirin û piştrastkirina hebûna nijadan dibînin û dikarin hizra xwe ya nijada min ji ya te çêtir e jî bi hêsanî bisipêrin vê hebûnê. Serxwebûna dewletên netewe û globalbûn, tesîra wan a li hev û fermana giştî ya sermayeya global li ser desthilatên neteweyî jî destûrê dide gelek partiyên ku xwe nerm nîşan bidin, nijadperestiyê bi rengekî ji rengan dîsa bînin ser meydana civakî ya giştî û heta normal bikin û bidin qebûlkirin. Li Tirkiyeyê ev bi ser ketiye, li Elmanyayê jî gihiştiye wê astê ku eşkere daxwaz li meqamên siyasî bêkirin ku înkarkirina qirrkirina Cihuyan neyê cezakirin. Vê jî bi sedemên “bêguneh” dikin: da ku em karibin li ser minaqeşe bikin! Ev minaqeşe tenê ber bi deverekê ve dibin, ji nû ve kirina heman sûc û gunehên li dijî mirovahiyê.

Yorumlar