‘Bi Xwedê nikarine me’



Rewş çi ye, Kurd li ber xwe didin. Kurd jî nasekinin. Em hejmareke mezin in, em hê li ser erda xwe dijîn. Bi Xwedê nikarine me. Ez bawer im miletê Kurd wê rojekê bigihîje azadiya xwe.
Ez Kurdistanî me û ez ê Kurdistanî mirim jî. Hurmeta min ji hemû partiyên Kurdî re heye, ji gerîla, pêşmerge û şervanan re heye. Têkiliyên min bi hemûyan re hene. Ez ji wan re dibêjim xwe dûrî muzîka Kurdî bikin, guneh e vê muzîkê ji xwediyê wê re berdin.

LUQMAN GULDIVÊ
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwan Haco piştî çend salan bi albuma xwe ya “Felek”ê li muzîka Kurdî vegeriya. Me bi minasebeta albumê, behsa Ciwan Hacoyê 60 salî jî, Ciwan Hacoyê porxelek û di dest de gîtar jî kir. Di navbera her du Ciwanan de gelek sal bihurîn û gelek tişt guherîn. Li gorî Ciwan Haco, hin tişt jî qet neguherine. Lê dawiya dawî Ciwan Haco jî digel ku hin gazin û rexneyên xwe dibêje : “Kurd di şerekî de ne”
Di vê hevpeyvînê de Ciwan Haco gelek tiştên ku hezkiriyên wî meraq dikin, dibersivîne.





Ciwan Haco navekî wisa ye ku nexasim jî bi kasetên xwe yên salên 80 û 90´î tesîr li nifşekî bi temamî kir. Lê ev bûn 5-6 sal ku piştî Vegerê ti deng jê nehat. Gelo çima cenabê te heyranên xwe ji xwe mehrûm kirin, tu ji berhemên xwe yên piştî 2000´î nerazî bûyî?





Halo, yanî ji sedî sed, wê tesîra temen hebe, ev yek ji sedeman e. Ew enerjiya insan her çiqas insan navsere dibe, kêmtir dibe. Heta, wekî din min şev û organîzasyon kêm kirine, ev 7 sal in ku ez naçim wan. Helbet sedemên vê jî hene ka çima naçim. Ji ber ku me berhemên bi kalîteyeke baş pêşkêşî mirovên xwe nekirin. Ez vê bibêjim. Em her weke xwe man di van şevan de me tiştekî bi kalîte, bi qîmet nedida miletê xwe. Ya rastî miletê me ji me dûr ket, ne ku em ji wan dûr ketin. Ma ez behsa pratîka meseleyê bikim; mesela mîkrofon xerabeyî bûn, dengêniya zarokan bû, kesekî guhdarî nedikir, vê taliyê bû reqis, alem diket destê hev û direqisî. Min dît, îda ev meseleya emrê min jî, min ji xwe re got, bi Xwedê divê ez vê CD´yê bidim paş. Ji ber wilo jî min biryar da, êdî ew Newrozên li Elmanyayê bi taybet, êdî hew hatim wan. Hê jî enerjî heye, ez dikarim derkevim ser dikan, lê maelesef nabe. Herçî Kurd in, ez rewşa wan jî fêm dikim; Kurd di şerekî de ne. Hê em negihane heqê xwe, hê Kurd li ber xwe didin da ku bigihin azadiya xwe. Xwezî dewleta me jî hebûya weke vaqas miletên dinyayê, me jî berhemên baş dê çêkirana, kosertên baş çêkirina. Lê ez behsa Ewrûpa dikim. Diviyabû me konserên bi kalîte çêkirana. salê carekê Newrozek têrê nake.




Berî sîh-çil salî çawa be hê jî wilo ye
 Li aliyê din wê biçin deh dengbêjan bînin, bixin odeyekê kunekê de. Yanî guneh e. Nabe, çima hûn wilo dikin? Îro derfet û îmkanên Kurdan hene, derfetên rêxistin û partiyên Kurdan hene. Pere hene, insanên me hene, bi milyonan Kurd li Ewrûpa hene. Lê dema em berê xwe didinê ji van milyonan hejmara yên ku tên şev û Newrozan, ez ji te re bi rastî bibêjim, nagihîje 40 hezarî. Vêca tu hesêb bikî, ev dike kêmtirî ji sedî 1 e. Insan divê behsa şaşîtiyên xwe bike. Helbet kêmasiyên me hemûyan hene. Ji rêxistin, partî, înstîtû heta bi hunermendan, me nekarî em tiştêkî bi kalîte pêşkêşî miletê xwe bikin. Ji lewma jî wilo di cihê xwe de ma. Kurdan berî sîh-çil salî çawa şev û Newroz çêdikirin, hê bi wilo ye.

Hezkiriyên min nebin ez sifir im
Herçî CD ne, ez dibêjim, mesela tu li emrê min meyzînî, ez şêst salî me. Heta niha min 15 album derxistin, bi vê albûma pê re wê bibin 16. Ev hejmareke baş e. Teqrîben 180 stran ne hindik in lo. Min heqê hezkiriyê xwe hinî daye wan. Ew di dilê min de ne. Zaten, Ciwan bêyî wan ne tiştek e, ew nebin ez sifir im. Jixwe wan, ew kesên li min guhdarî dikin, xelkê min hêz û qewet da min. Heger em çend salan dûrî hev ketibin, heger qisûreke me çêbûbe, va ye dîsa em bi albûmekê tên. Hêvîdar im ku dilê miletê min û wan ê ku ji mûzîka min hez dikin, jê razî bin û wexteke xweş pê biqedimînin.

Ji min û cenabê te, tu mîrê vê civata me ya piçûk î; bi destûra te bipirsim; Ciwan Haco yê por xelek ew ê gîtara wî di destê wî de, piştî salên 2000’î çû û li şûna wî yekî nû hat. Û wî tiştên nû ceribandin. Çi kir ku Ciwan Haco van biceribîne? Bi vê ve elaqedar, niha bi vê albûma te ya nû Felekê de wê ciwan Hacoyekî çawa bê hemberî me?
Ji sedî sed ev heye, her CD’yeke min wê ne weke ya din be. Ev taybetmendiyeke min e. Ez naxwazim CD’yê min bişibin hev. Hêvîdar im bi dilê miletê min be. Lê belê du tişt hene, hîç nayên guhertin; yek jê, tiştekî girîng li cem min, ew tiştên ku li her çar parçeyên Kurdistanê diqewin, ez ji wan dûr neketime. Ew trajediyên ku li Kurdistanê didin der, Şengal e, Koban bû ji te re bibêjim, ev bûyerên vê taliyê qewimîn, min li ser distrand. Yanî ez ji vêna nikarim dûr bikevim. Ya din jî mijara hezkirinê ye. Hezkirin her di dilê insan de dimîne; ew xeyala di dilê insan de ti caran venamire. Yanî ji ber wilo jî tu ji min bipirsî Ciwan nehatiye guhertin, lê şêwe û rengê muzîka min di her albûmê de tê guhertin, ne weke hev e. Di vê albûma nû de jî me tiştên nû ceribandine. Taybetmendiya vêna ew e, min wilo kir ku her Kurdek karibe xwe tê de bibîne. Yanî şêweyên klasîk tê de heye, ango ew ên ku kêfa Kurdan ji wan re tê, û meqamê ne dûrî muzîka Kurdan in. Ji bo ciwanan çend stran hene. Yanî min wilo kir ku her Kurd xwe di vê albûmê de bibîne. Lê talî ez nikarim tiştekî bibêjim, qerar di destê milet û hezkiriyên min de ye. Her cara ku mirov tiştekî nû derdixe, meraqek digire mirovî.
Li aliyê din piştî emrekî mirov nikare hema wilo karekî bike, ev saleke em di ber de kar dikin. Em haziriya vê albûmê dikin. Lê heger ey li pirsa te vegerim, Ciwan nehatiye guhertin, ew her Ciwanê berê ye.

Cenabê te got, te salekê li ber albûmê da, gelo em ê heyrantirî te bibin? Yanî ka te instrûmanên çawa, mûzîkeke çawa ceriband, em xwe ji çi re amade bikin? Em bi rastî li ser bingehê sereke yê muzîkê gelekî sekinîn. Dema ez vê dibêjim, ez behsa drum (ji bo perkusyonê), gîtarê, bas gîtarê û sencî ji te re dikim. Berê min ev bi vî rengî neceribandibû, lê întrumental wê hebe, bi tembûr, keman û saksafonê. Tiştekî wilo nû wê nebe.
Gotinên stranan ji bo min girîng bûn, ez li metnên baş digeriyam. Li ser du jinên Kurd ku bi rastî jî wan tesîr li min kir. Yek ji wan Şîfa Gerdî û Arîn Mîrkan bû. Min li ser herduyan stran û helbesta her duyan jî Cano Şakir nivîsandine. Ez bi rastî bextewer im ku min li ser wan strand. Ew jî tiştekî balkêş e. Lewma, çawa min got, heta ez sax im, çi tiştekî ku li Kurdistanê bibe, bala min kişandin. Van her du jinan bi rastî li cihanê jî deng da. Yê din jî helbestên evînî ne weke metn. Jixwe, taliya talî motora jiyanê evîn e, tiştekî ji wê meztir nîne.

Di albûmê te yên berê de jî ev tewazûna di navbera mijarên civakî siyasî û evînî de hebûn. Lê çi siyasî, civakî û çi jî yên evînê, ya bal dikişand ew bû ku metnên wan neqedî bûn. Heta carinan hin helbest bi rêya stranên te belav bûn. Gelo te dîsa di vê astê de girîngî bi helbestan da?
Erê, çawa! Herçî gotinên stranên li ser Arîn Mîrkan û Şîfa Gerdî ne, Cano Şakir nivîsîne û bi rastî gelekî xweş nivîsandine camêr. Ya din jî şiireke Cigerxwîn a evîniyê heye, du şiirên xwîşka min Dîlber tê de hene. Te dît, wê jî gelek gotinên stranan ji min re nivîsîne, weke Nisêbîna Rengîn. Wekî din min nivîsandin gelek ji wan, ên evînî ne.
Rast e, ez her daîm wilo li meseleyê dimeyzînim. Her albûma nû derdixim, divê mûzîk û metn hevdu temam bikin. Ji ber ku muzîkekek baş heger metneke baş nebe, ew nabe straneke baş. Her du weke hev muhim in. Ji ber wê, ji destpêkê ve min qîmet dida gotinan, şiirên şairên weke Rojen Barnas, Qedrî Can, Seydeyê Gerok, yên Celaldet Bedirxan, yên Sebrî Botanî min gotine. Wê dema şer gur bû li bakurê Kurdistanê, stranên weke “Diyalog”, ya “Bila ji xeynî min bistrênin ji bo aştiyê”, “Generalekî tirsonek”, ev stranên radîkal, kurê amê min Goran ji min re nivîsandin. Ez gelekî li ser gotinan sekinim û bi rastî hebûn yên ku alîkariya min dikirin. Hingê gava ku ez hatim Elmanyayê bi Kurdî nivîsandin û xwendina min bi rastî ne baş bû. Maelesef wilo bû. Vêca Goran gelekî li ser neqandina metnan disekinî. Wî gelekî alîkarî kir bi min re di vê meseleyê. Ez spasiya wî dikim.

Em stran û kilamên gelêrî deynin alîyekî, di muzîka Kurdî de kêm kes di bîra me de mane, bûne ekolek; çima halo kêm in?
Ez dibêjim, ew zil, tadarî û êşkenceya li miletê Kurd bûyî; ma ne, insanek nikaribe zimanê xwe bixwîne binivîsîne, ew êşkence ye. Van dewleta bi rastî êşkence li miletê Kurd kir. Ev heta îro jî dewam dike. Li Bakurê Kurdistanê jî wilo ye. Rewş çi ye, Kurd li ber xwe didin. Kurd jî nasekinin. Em hejmareke mezin in, em hê li ser erda xwe dijîn. Bi Xwedê nikarine me. Ez bawer im miletê Kurd wê rojekê bigihîje azadiya xwe.
Vêca, ew bûyêrên li her çar parçeyên Kurdistanê dibûn ji bo min girîng bûn. Hê dema ez zaro bûm, xort bûm, min qehremaniya pêşmergeya didît û li ser wan distrand. Min xwe dûr nekir. Li Rojhilatê Kurdistanê wilo. Heta vê taliyê, ew bûyêrê li Rojava, şerê li Kobanê, berxwedana ecêb a li Serêkaniyê min li ser strand. Jixwe Bakurê Kurdistanê, min ji her sê parçeyên din li ser strand. Wî şerrê azadiyê yê Kurdan li dijî dewleta Tirk min li ser got. Ne ku ez dixwazim, jixwe Kurdan li ber xwe dida, ez dixwazim vê bibêjim. Ez weke insan li dijî şer im, lê Kurd mecbûr bûn li ber xwe bidin. Hinek hicûmî te bikin, tu bibînî tê bêyî kuştin tê li ber xwe bidî, ma ne wilo ye! Kurdan ev kir. Vêca ew bûyerên li Kurdistanê diqewimîn, min girîngî bi wan dida û li ser wan strand. Bi ya min ev sedemek bû.
Li aliyê din stranên beşê evînê jî min ji bîr nedikirin, di vê albûmê de jî. Evîn berdewamiya jiyanê ye, evîna xort û keçan tiştekî herî muhim e di jiyanê de. Ev her du girîng bûn ku min dev ji wan ne berda û nêzîkî Kurdan in, nêzîkî jiyana wan bûn. Dûvre ew stranên ku min çêdikirin bûne hît, yanî bi Kurdan ket ha! Ketne dilê Kurdan de. Weke “Can te çi ji min kir”, “Birîndar kirim xerîbiyê”, “Bircên Diyarbekir”, “Ay Dîlberê”. Kurd êdî di midbexan de, di hemaman de van distrênin. Bûne parçek ji jiyana wan.

Digotin serxweş e
Ev çawa çê bû! Tiştek di muzîkê de heye, tiştekî ecêb e. Ez bi xwe jî nikarim cewaba wê bidim. Sêhra wê heye, mirov ji dilê xwe dibêje. Ya muhim ew e ku ji dilê min derkeve. Wexta min ew stran ji dilê xwe digotin, miletê mirov vêna dibîne. Di nava miletê me de beşek hebe nikaribe bixwîne binivîse jî, lê miletê me zane ye. Dizane ev insan, ev dengbêj ji dilê xwe dibêje, yan ne ji dil tê.
Ji ber ku min ji dilê xwe digot, gelek caran digotin, serxweş e. Heta niha jî ez carekê serxweş derneketime ser sehnê. Weke prensîp di konseran de min venedixwar. Lê ez dema stranên xwe dibêjim, ez dikevime dinya xwe. Ev nuqteyeke girîng bû ku hişt ev stran bikevin dilê miletê min de.

 

Niha tu bi Felekê vedigerî, lê gelo em ê te bi vê re jî bêhtir li ser dikan bibînin, bêhtir konser wê bên organîzekirin? Amadekarî hene bi vî rengî?
Luqman, birayê hêja, ez amade me, bawer ke hê enerjî heye. Lê maelesef, hemû partiyên Kurdan sûcê wan di vê meseleyê de heye ku konserên baş çênabin. Vê yekê tedariyeke mezin li muzîka Kurdî kir li her çar parçeyan. Hurmeta min ji hemûyan re heye. Ez Kurdistanî me û ez ê Kurdistanî mirim jî. Hurmeta min ji hemû partiyên Kurdî re heye, ji gerîla, pêşmerge û şervanan re heye. Têkiliya min bi hemûyan re hene. Ez ji wan re dibêjim xwe dûrî muzîka Kurdî bikin, guneh e vê mûzîkê ji xwediyê wê re berdin. Bila şirketên profesyonel çêbin, vê muzîkê bi pêş bixin. Ez gihame emrekî, ez ne ji bo xwe dibêjim, min misyona xwe qedand elhemdulilah. Û ew hezkirina mezin jî min li Batmanê, li Amedê, Wanê û Stenbolê bi çavên xwe dît. Miletê min ew hezkirina mezin da min û ez gihame heqê xwe. Ez li nifşê pişt xwe re difikirim, li van keç û xortan. Guneh in! Ez dibêjime vaqas partiyên Kurdî, berdin vê muzîkê, ne karê we ye. Bila xwediyê wê vî karî bikin, hûn ji muzîkê fêm nakin jixwe. Herin ji xwe re tîcaretê bikin, pereyên we hene li karên din razînin, ez dixwazim hûn zengîntir jî bibin. Lê dev ji vê muzîkê berdin. Lê bernadin. Temam salê carekê Newrozeke siyasî bike, pesnê partiya xwe bide, heta wexta me hebe em ê jî bên. Lê vê muzîka Kurdî berdin. Bi rêya Yeni Ozgur Polîtîka ez dîsa vê bangê dikim. Ev sedemeke ku muzîka Kurdî wilo ma, serbest nebû. Her tişetekî ku ne serbest be, ne azad be, bi pêş nakeve. Gunehê min bi van kesên nû derdikevin tê, feqîran! Bila îmkanên wan zêde bibin. Konserên baş ji wan re bên amadekirin.
Ez ji bo xwe jî bibêjim, wexta tiştekî baş bê organîzekirin, ez ê derkevim. Divê alem werê li min bihisîne, ne ku were bireqise! Ma ez hatime alemê bireqisînim. Ez hatime alemê yan bikenînim yan jî bigiriyênim li ser sehnê. Konser weke filmeke sînemê ye. Qedrê wê li cem min ji filma sînemê bêhtir e, ji ber ku herçî film e, te şaşiyek kir tu wê vegerînî; lê ve filmeke zindî ye, divê tu karê xwe bikî. Lê ez jê re hazir im, divê kalîte baş be. Miletê me guneh e, nefesek jê re lazim e. Îro miletê me li Ewrûpa diçe konserên Tirkan, ên Farisan û bila herin jî, bi ser de 100-150 euro pere didin ha! Lê naçin konserên Kurdan! Lê dema tu Kurd bî tu bibêjî bilêt bi deh eroyan dibêje, ne hêja ye, biha ye. Heqê qehweyekê ye hey mala te! Tu li kafeyekê sandiwîçekê bixwî û qehweyekê bixwî, heqê wê ev e. Miletê me guneh e bi rastî, dema ku em kalîteyeke baş bidinê, li şûna biçe li dengbêjên Tirk, Faris û Ereban guhdarî bike, wê li yên Kurd guhdarî bike.
Ez ê pêşî bûm ku min konser li Ewrûpa çêkirin. Hingî partiyên me Kurdan digotin, Ciwan aqlê xwe berdaye. Ya çima, ez hingî 30 salî bûm. Hingî min fem kiribû divê bên lidarxistin. Lê maelesef ez bi ser neketim, qeweta min têrê nekir.

Têkiliyeke te ya taybet bi heyranê te re heye?
Çawa, daîma taybet e. Jixwe bi vê teknolojiya înternetê ya pêşketî di facebook, twitter û instagramê de de ez peyaman dişopînim bersivê didim wan. Di vê meseleyê du xort hene alîkariyê bi min re dikin û bersivê didin. Lê ku wexta min hebe ez xwarinê jî bi wan re dixwim û qedehek bîra jî bi wan re vedixwim. Ew dilê min in, ez nikarim bêyî wan bibim. Ew ne bin, ez nînim.

Tu di nava rojê de hez ji çi muzîkê dikî, tu li kê guhdarî dikî?
Bi xwedê, ez hez ji dengbêjên Kurdan hemûyan dikim. Li hemûyan guhdarî dikim. Ev ên ku nû derdikevin ez guhdarî dikim her çî Kurdî ne. Gelek tiştên xweş hene, feqîran îmkanên wan kêm jî bin, tiştên xweş derdixin.
Wekî din muzîk behrek e, ez li ya Farisî, Tirkî, Erebî guhdarî dikim. Popa Ewrûpî, Rock, Jazz, Soul û heta bi hip hopê jî guhdarî dikim. Ez dibêjim divê insan li her tiştekî guhdarî bike.

Mesaja te ya dawî çi ye ji bo xwendevanên me û miletê Kurd?
Berî em xatir ji hev bixwazin, silav û hurmeta min ji Yeni Ozgur Politika re heye; Kurd wê dixwînin. Ez bi rêya wê jî ji miletê me re bibêjim, bila em Kurd sebra me hebe, em di demeke ne baş re derbas dibin. Miletê me li her çar parçeyan, ji ber bûyerên mîna Kerkûkê, Efrînê, pêvajoya aştiyê ya li Bakur sekinî, nefsiyeta wî şikestiye. Ez dibêjim bila sebra me hebe, serketin ya miletê Kurd e. Em ê dîsa li her çar parçeyan bi serkevin. Ez dibêjim, Kurd dijminatiya hev nekin, rexna li hev bigirin, lê dijminatiyê nekin. Divê Kongreya Neteweyî ya Kurdan çêbe. Divê Partiyên Kurdan nêzîkî hev bin, divê tifaqa Kurdan çêbe. Meyzê, ev her çar dewlet li ser qehfê me dibin yek, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî. Ma çima em Kurd nikarin tifaqekê deynin. Rexneyê li hev bikin, lê dijminatiya hev nekin.
Weke Ciwan Haco, ji sedî sed kêmasiyên min hene. Ji ber wê yekê jî geva hinek rexnê li muzîka min dikin, ez aciz nabim. Di vê partiyên Kurdan jî rexnê qebûl bikin, lê dijminatiya hevdu nekin. Bi vê em dikarin xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û serketin talî ya miletê Kurd e.

Ew ketiye dilê miletê Kurd


Ji bo Şehîd Hozan Serhed tu çi difikirî, wî albûm dernexist, lê stranên ku çêkirin di dilê Kurdan de cihê xwe girt û îro jî gelek kes wan dibêjin, çima yên ku di dilê xelkê de cihê xwe bigirin kêm in?
Te baş kir, te behsa Hozan Serhed kir. Ew ketiye dilê miletê Kurd. Ew şehîdekî Kurd e. Ew bû terzek, tevî kû maelesef ew nekete studyoyeke profesyonel jî, stranên ku gotin, hin jê li serê wan çiyayan bi tembûra xwe gotin, lê belê wan deng da. Ez dibêjim sira wê ev e, wî ji dilê xwe digot. Yanî Serhed nimûneyeke baş e. Şehadeta wî jî tesîr kir, û ketiye dilê Kurdan.

Her tişt darî çav e

Ji ber ku min ji dilê xwe digot, gelek caran digotin, serxweş e. Heta niha jî ez carekê serxweş derneketime ser sehnê.
Fikra albuma nû û awayê belavkkirina dijîtal a kê bû?
Bi rastî fikr a Ayhan (Evci) bû. Ew û hevalên wî yên Elman produktorê albûmê ne. Red Music Digital e şirketa wan. Ev bû sih sal ku ez Ayhan nas dikim û produktorê vê albûma min Felekê ye. Ji mêj e, min û Ayhan me minqaşe dikir, ka çi dikare bê kirin ku fêdeyeke wê bide nifşê nû. Êdî CD nayê firotin. Çi dimîne li ber destê me, dijîtal.
Tişta baş a vê teknolojiyê çi ye? Her tişt darî çav e, ti kes nikare hîleyekê li kesekî din bike. Di ser Iphone, Amazonê dikarin bên firotin, bi youtube li wan dikare bê temaşekirin, bi rêya reklaman fêdeyeke wan çê dibe, êdî facebook e, instagram e, werhasil, min û wî me minaqeşe dikir, çima li Elmanya şirketek neyê vekirin! Mesela keç û xortên Kurdan li welêt jî bin têkiliyê bi te re deynin, tu wê wan dijîtal derêxî.
Piştî vêqas minaqeşeyê Ayhan xwest ez jî pê re bim. Li min got ji min nayê û min xwe jê da paş. Ayhan û çend hevalên wî yên Elman ev gav avêtine. Ji niha ve gelekî deng vedaye. Em hêvîdar in ku bibe dengek û derfetek ji bo muzîka Kurdî ji bo vî nifşê nû muhtêcî kesî nebin û bi rehetî muzîka xwe bikin. Albûma çêbikin, klîban çêbikin. Heqê wan jî nayê windakirin, parastî ye.
Vêca hêvîdar im ku Ayhan Evcî û şirketa wî Red Music Digital bi ser kevin.

Red Music Digital gelo bi taybetî wê ji bo muzîka Kurdî be?
Na na, bazara wê giştî ye; lê bêhtir dixwazin bibin platformek ji bo ciwanên biyanî yên li Elmanyayê mezin bûne. Nexasim ji bo hipp hopê, lê vekiriye li her kesî. Ayhan ji min re behs kir ku bêhtir ciwan bên da ku stranên wan dijîtal derêxe. Lê niha di destpêkê de bala Kurdan dikişîne.

Yorumlar