AKP êrişên çawa plan dike?


 

Amed DICLE

Hilbijartinên 24’ê Hezîranê nêzik bûn. Rengê hilbijartinê ji niha ve diyar bûye. HDP û dengên Kurdan wê encama hilbijartinan diyar bikin. Û encamên van hilbijartinan jî wê qedera Tirkiyê destnîşan bikin. Tirkiye li ber derîyekî ye; yan dîktatorî û faşizm didome, yan jî derî li demokrasiyê tê vekirin. Li gorî anket û analîzên ku hene dengên HDP’ê wê vê rêyê diyar bikin. Bêguman HDP û dengên Kurdan alî û pêşengên demokrasiyê ne. Di vê xalê de ti fikar tinene. Tişta em behs dikin encamên arîtmetîk in. Ji ber ku niha partiyên sîstemê bûne du blok. AKP û MHP aliyek in, CHP û çend partiyên din aliyek in. Û dengên vana nêzikî hevdû ne. HDP jî li derdora sedî 15’an dengan digire. Lê belê ji ber sîstema hilbijartinê dixwazin HDP’ê di bin benda sedî 10’an de bihêlin. AKP ji bo vê yekê ketiye nava hewldanên mezin. Eger ev yek pêk were, ango HDP di bin benda sedî 10’an de bimîne wê demê 60-70 parlamenter nikarin biçin parlamenê û di şûna wan de endamên AKP dibin parlamenter. Ev jî tê wê maneyê ku AKP bi tena serê xwe dibe desthilatdar. Ji ber ku li gorî sîstema nû ya Tirkiye kîjan partî an blok 301 kursî bi dest bixe dikare hertiştî biguhere. Eger HDP di bin benda sedî 10’an de bimîne wê deme AKP digihîje armanca xwe û ev yek ji bo Tirkiyê dibe destpêka tofaneke nû. Hemû hêzên demokratik, kesên dijberî AKP vê yekê dibînin û dixwazin HDP bendê derbas bike. Bêguman dengên HDP zêdetirî sedî 10’an e. HDP dikare sedî 15’an jî bigire. Lê tişta em behs dikin deq û dolab in. Niha AKP namzediya gelek endamên HDP betal kir. Her wiha xebatên vê partiyê têne asteng kirin. Dîsa li 18 bajarên Kurdistanê ku HDP partiya yekem e cihê sindoqan têne guhertin. Heta roja hilbijartinê jî AKP wê serî li komployan bide. Lê li hemberî vê yekê kar û xebat jî hene. Eger ev kar û xebat, tedbîr, parastina sindoqan baş werin kirin AKP wê têk biçe. Êriş hene lê li hemberî vê yekê tedbîr dikarin werin girtin. AKP bi van êrişan dixwaze HDP asteng bike û dengên Kurdan bi leyistokan ji bo xwe bidize. Ji ber ku dizanin Kurd bi îradeya xwe deng nadin wan. Li aliyê din, li hemberî Kurdan dijmintiyê sor dike. Êrişî Kurdan dike. Îhtîmale ku van êrişan dijwartir bike. Efrîn di bin dagirkariya wan de ye, niha li Bradostê êriş dikin. Li gorî hin agahiyan, li hemberî herêmên parastina medyayê amadekariyên hin êrişan din jî hene. AKP gelek tevgav bûye, li gorî rewşa niha hilbijartin winda kiriye, aborî têk çûye û nikare êdî rojevê destnîşan bike. Ji bo vê yekê jî dikare şerê heyî derxe asteke din, civaka Tirkiyê li gorî rojeva şer motive bike û dîsa bi serkeve. Ji bo hin êrişên nû niha ketine nava hewldanên dîplomatîk û leşkerî. Aboriya wan êrişek weke ya li hemberî Efrînê ranake. Lê belê dixwazin derbeyekê li tevgera azadiya Kurdistanê bixin û bi vê yekê dengan bigrin. Tişta li hemberî vê yekê were kirin hişyarî, kar û xebat e. AKP û Erdogan li quncikekî hatine dorpêçkirin û tevgav bûne. Li ber tinebûnê ne, ji bo ku xwe xilas bikin dikarin her tiştî bikin. Lê çi jî bikin rêya wan êdî ne dirêj e!

Yorumlar