Serpêhatiya Hair û dûvê bi rîx - LUQMAN GULDIVÊ


 
guldive@yahoo.fr | 30 Nisan 2018 Pazartesi

LUQMAN GULDIVÊ

Nîsana 1968´an muzîkaleke Broadwayê, muzîkala Hair yekem car li ser dikê hat nîşandan û têgihiştina hunerî li Emerîkayê di warê muzîk, şano û heta sînemayê de bi giştî guherand. Yek ji sedeman ew bû ku rock û pop di heman projeyê bi kar anîbû, lê ya herî muhim jî mijara wê bû: protestoya şerê Emerîkayê li Vîetnamê dikir û tevgera Hippie ya li dijî vê dagirkeriyê. Baş e ku mirov ji bîr neke, tevgera Hippie ne li dijî Emerîkîbûnê û welaperweriya wê bû, lê bêhtir hezkirineke nû ya welat pêşniyaz dikir. Yek ji sembolên wê jî pora dirêj bû ku li aliyekî sîstema rûniştî rexne dikir, li aliyê din jî darîçavkirina cudakeriya cinsa civakî ya jinê bû. Ha ev pora dirêj navê xwe li vê muzîkalê dike ku beriya 50 salan cara yekem derkete ser dikê.
Gerome Ragni û James Rado muzîkala Hair weke metneke lîrîk a şanoyê teswîr kirin. Herduyan, protestoya nifşê nû yê hingê bi gotinên, "Qîrîna protestoyê û çalakiya provokatîf, rastiya mîstîk û spekulasyona fîlozofîk" terîf dikir. Di metnê de hin beş ecêb hişk bûn li hemberî hin beşên nerm ên helbestî. Ev nakokiya di metnê ku xwe di formê de jî dide der, tansiyona di naverokê de jî bêhtir darîçav dike. Bi her halî, encam metn û hunereke şanoyê bû ku ji xwîner û guhdêr dixwest bi tevahiya bedena xwe bibe guh, û heta carinan ew dibizdandin jî.
Naverok behsa serpêhatiya komekê yên sala 1965´an dike ku endamên wê hemû pordirêj in û li New Yorkê dijîn. Wan eskerî red dikir ji bo liberrabûna şerê li Vîetnamê hingê bi rê ve diçû.Claude Hooper Bukowski hîna nû ji gundewaran hatiye bajarê mezin. Jina ciwan Sheila û hevalê wê yê karîzmatîk ê ku bi wê re li heman odeyê dimîne Berger, di peywendiyeke sêalî ya zewq û kêfê de bin jî ya ku xwe dide der bêhtir bêarmancabûna jiyana wan e. Lê belê Claude geh dikeve ber bayê welatperweriya çîna xwe ya gundewariya Emerîkî; lê herçî hevalên wî yên nû ne, di nava wan de îdealên pasîfîst her diçe xurt dibin. Ev rewş wî dixe nava nakokiyekê dema ku banga çûna eskeriyê lê tê kirin: gelo ew ê weke hevalên xwe yên nû eskeriyê red bike, pê re jî xwe bide ber cezayekî eskeriyê, yan jî îdealên "xwe" yên pasîfîst binpê bike û biçe eskeriyê. Metn û aksiyon xweş bi guhdar, temaşevan û xwîner dide hîskirin ku çûna eskeriyê serîtewandina li desthilatê û otorîteyê, kuştina mirovan û di heman demê de xistina tehlûkeyê ya jiyana xwe bi xwe ye.
Hem di warê hunerî de û hem jî di tesîra civakî siyasî de ev muzîkal bû serketineke gelekî mezin. Sedema yekem jî ew bû ku di her du waran de jî wêrek bû. Li dijî desthilata ku redkirina eskeriyê xiyanet didît û bi girtîgehê ceza dikir, wêrekiyeke siyasî û civakî, li dijî normên hunerî yên muzîkala heta hingê bi jî derxistina pêş a çanda popê, têkelhevkirina rock û popê, wêrekiyeke hunerî, sedema vê serketinê bûn ku kir muzîkal li Broadwayê di nava 4 salan de 1750 caran, li Londonê 1997 caran û hilberînên wê yên navneteweyî jî bi hezaran caran hatin nîşandan.
Di şerê li dijî Kurd û Kurdistanê yê mêhtingeriyê de mixabineke mezin e ku di nava hunermendan de kêm mînakên vê yekê li Tirkiyeyê xwe dan der. Wêrekiyeke bi vî rengî peyde nebû. Tevgerên civakî ku karibin ji bo peydebûna wê wêrekiyê bi kêr werin jî bi rewşên awarte û darbeyên eskerî timî daim hatin fetisandin. Lê ma, gelo em nikarin lomeyan bikin ji asta huner û helwêstên hunermendên li Tirkiyeyê! Bi ser halan de ewqas hunermendên (bi esil) Kurd jî di nava wê civaka hunermendên mainstream a Tirkiyeyê de cihê xwe digirin, li şûna wêrekiyê, ew tercîh dikin ku bibin dûvekî herika giştî a desthilatdariyê û weke qedera her dûvî, pêşî ew li nav gû û rîxa heywanê jê re bûne dûv dikevin.


YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


HABER | KÜLTÜR-SANAT | KADIN | TOPLUM-YAŞAM | DİZİ | FORUM | DÜNYA | KURDÎ | KIRMANCKÎ | YAZARLAR | POLİTİKART | İLETİŞİM | KUNYE | REKLAM
Telefon:+ 49 6102 367690    Fax: + 49 6102 367696     Bilgi:info@yeniozgurpolitika.org     Haber:haber@yeniozgurpolitika.org
© 2016 Yeni Özgür Politika. All rights reserved.

Yorumlar