Hilbijartin - AMED DICLE


 
30 Nisan 2018 Pazartesi

AMED DICLE

Li Tirkiye û Bakurê Kurdîstanê roja 24’ê Hezîranê hilbijartin pêk tên. Hilbijartinek bi vî rengî di dîroka Tirkiyê de cara ewil pêk tê. Ji ber ku sîstema heyî ji binî tê guhertin. Sîstem bi gotina wan dibe ‘sîstema serokatiyê.’ Hilbijêr wê du dengan bi kar bînin. Yek; Dengê ji bo parlamentoyê, ango wê wekîlên xwe hilbijêrin. Dengê duyem jî wê ji bo namzedê serokê dewletê were bi kar anîn. Ji van namzedan yekî ji dengan sedî 51 bi dest xist wê bibe serok, eger bi dest nexist wê herdu namzedên ku herî zêde deng girtine piştî du hefteyan dîsa herin hilbijartinê û li wir wê serokê nû yê dewletê were hilbijartin.
Çima me got ‘Cara ewil pêk tê?’ Ji ber ku sîstema serokwezîrtiyê tê rakirin. Sîstema parlamenteriyê tê hilweşandin. Parlamento heye lê her tişt ji aliye ‘Serokê Dewletê’ ve wê were rêvebirin. Ji ber vê yekê hilbijartinek wiha cara yekem pêk tê.
Ev aliye teknîkî yê mijarê ye. Lê ji aliyê siyasî ve jî hilbijartinek gelek girîng e. Ji ber ku dewleta Tirk di dîroka xwe de ti caran ewqas qels nebû. Hema bêje li ber hilweşandinê ye. Ew bi xwe dibêjin ‘em di rojên zor û zehmet de derbas bidin, ji ber vê yekê em neçarin herin hilbijartinan.’ Ango têkçûyina xwe dixwazin bi hilbijartinan taloq bikin. Lê wisa xuyaye ku wê hilbijartin jî ji derdê wan re nebin derman.Pirsgirêkên ku niha hene piştî hilbijartinê jî wê bi giranî dewam bikin.

Çi ne ev pirsgirêk?
Pirsgirêka herî mezin şerê li hemberî Kurdan e. Dewleta Tirk herî zêde di vê xalê de ketiye nava zehmetiyan. Her tiştê xwe li gorî şerê li hemberî Kurdan dizayn kirine. Siyaseta xwe ya herêma Rojhilata Navîn, (Bi taybet Sûrî û Irak) her wiha hemû siyaseta xwe ya derve, têkiliyên xwe yên bi Rusya û Emerîka re li gorî êrişên li hemberî Kurdan dizayn kirine. Yanê; dinya bi aliyekî ve diçe, Tirkiye bi aliyê din ve… Ê ev jî heta derekê!
Ji ber ku sedsala em têde ne, rastiya dinyayê, û guhertinên ku niha li herêma me pê ktên êdî pirsgirêkên weke pirsgirêka Kurd qebul nakin. Ev pirsgirêk êdî giraniyê çêdikin. Dewleta Tirk ji bilî şerê li hemberî Kurdan nizane ti tiştekî bike. Ev şer jî aboriya wan têk dibe. Û ji bo ku di vî şerî de bi serbikevin her tiştê xwe pêşkêşî hêzên mezin ê cîhanê dikin. Bo mînak; ji bo êrişî Efrînê bikin xwe teslîmî Rusya kirin. Ji bo êrişî dereke din bikin dixwazin xwe bavêjin hembeza Emerîka. Ev hêz jî derî ji Tirkiyê re vedikin. Derî vedikin lê mûqabilî van tiştan ji Tirkiyê tiştan dixwazin. Lê tiştekî ku Tirkiye êdî bide wan nemaye.
Li hundir jî ew çiqas êrişî Kurdan dikin Kurd ewqas şiyar dibin û xwe rêxistin dikin. Di hemû hilbijartinên salên borî de Kurdan vê yekê nîşan dan. Di du salên dawî de bi hezaran kes girtin, nehiştin kes derkeve derve. Lê anketên wan bi xwe didin diyarkirin ku Kurdan dengên xwe zêde kirine. Ji ber vê yekê ditirsin, pir ditirsin û nizanin çi bikin.
Ji bo ku barê xwe sivik bikin biryara hilbijartinê dan. Niha hemû saziyên dewletê ji bo ku Erdogan weke ‘serok’ hilbijêrên ketine nava seferberiyê. Nahêlin kes bibe namzed jî! Lê belê dîsa jî li ber windakirinê ne.
Erdogan pir qels bûye û anket ne li gorî dilê wî ne. Ji ber vê yekê niha saziyên dewletê ketine nava hewldanan ku dîsa wî hilbijêrin. Serokê Artêşê û serokê MÎT’ê, Abdullah Gul (serokkomarê berê) tehdît kirin û nehiştin bibe namzed. Ji ber şerê li hemberî Kurdan dewlet naxwaze niha rêveberî were guhertin. Ango; li nîvê avê naxwazin hesp biguherin!
Lê wisa xuyaye ku wê têk biçin. Li hilbijartinan bi serbikevin jî emrê wan ne dirêj e. Mirî êdî zindî nabe! Ji ber vê yekê pêwist e hemû kesên dengên wan hene herin ser sindoqan, deng bi kar bînin û li denge xwe xwedî derkevin. Erê; hilbijartin ne her tişt e, lê belê gelek tişt e!
 
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


HABER | KÜLTÜR-SANAT | KADIN | TOPLUM-YAŞAM | DİZİ | FORUM | DÜNYA | KURDÎ | KIRMANCKÎ | YAZARLAR | POLİTİKART | İLETİŞİM | KUNYE | REKLAM
Telefon:+ 49 6102 367690    Fax: + 49 6102 367696     Bilgi:info@yeniozgurpolitika.org     Haber:haber@yeniozgurpolitika.org
© 2016 Yeni Özgür Politika. All rights reserved.

Yorumlar