Hayastan dersê dide me jî - YEKO ARDİL


28 Nisan 2018 Cumartesi

YEKO ARDİL

Dîroka mirovahiyê gava têgiha komkujî an jî jenosîdê bi bîr tîne, yekser gelên Ermen û Cihû dihêne bîra mirovan. Di rêza sêyemîn de Kurd hene, lê Kurd hîna jî lê dixebitin ku komkujiya li ser xwe bidin îspatkirin. Hîna jî wek gel, milet û netewe di qada navneteweyî de, di nav koma miletan de û di dokumentên fermî yên navdewletî de nehatîn qebûlkirin.
Di vê qonax û asta cîhan gihaştiyê de, ev şerm û leke li ser rûyê mirovahiyê ye û mixabin heta niha jî yên qaşo nûnertiya mirovahiyê dikin ji vê rewşa ketî hîç ne bêzar in. Bi herhal rewşa gelê Ermen jî ne hinde rewnaq e. Ji bilî hebûna dewleteke piçûk ya di bin parastina Rûsyayê pê ve tişteke wan a berbiçav û girîng jî li holê nîne. Ew dewlet jî mirov dikare wek nav ango pênase têgiha dewletê lê bar bike, nexwe ev ji bo wê jî dibe neheqiyekê. Lewre eger niha derî vebin û derfet hebin rijeyeke zêde ya niştecihên wê derê jî teqes wê berê xwe bidin welatên Ewrûpî û yên rojava. Bi sedhezaran Ermen li gelek deverên cîhanê belav bûyîne. Ji Amerîka bigir heta Ewrûpa û heta bi Rojhelata Navînli gelek cih û deverê hene. Bêguman lobiyeke wan heye û ji bo jenosîd di qada navneteweyî de bidin qebûlkirin dixebitin. Daxwaza wan jî bi gelemperî naskirina komkujiyê, tezmînat û ax e. Helbet dewleta Tirk a dagirker gava van hersê daxwazan dibihîse mîna boxeyê Spanyayê lê diqewime. Amade ye ji nûve du milyon Ermenan bikuje lê ne amade ye ku yek ji wan daxwazan jî qebûl bike. Helbet ev li aliyê eniya dewleta Tirk ve wisa ye, lê ji aliyê eniya gelê Ermen ve jî rewş zêde ne zelal e.
Di encama belavbûyîn ango dîasporaya salên dirêj de hestên neteweyî kêm dibe, bêrîkirina axa bav û kalan û nefreta ji dijminan jî qels dibe. Bi awayekî xwezahî nifşên li xeribiyê çêdibin, xwe li gorî rewşa welatên lê ne didin hev. Rengê wî miletî û welatî digirin. Kok û binyat ji wan re dibe wek rastiyeke dûr û hêja nabînin ku ji bo wê xwe nerehet bikin. Ji xwe rastiya ku cîhan îro tê de ye jî dixwaze wêna bi wî awayî li ser mirovan ferz bike. ‘Eger te kariye xwe rizgar bikî, tu serkeftî yî, nexwe tu mirovê herî qenc yê dinyayê jî bî, pênc pere nake.’
Di gelek salvegerên komkujiyê de ku ez jî beşdar bûme, li rastî têbiniyên sosret hatime. Yek ji wan jî pevçûn û pirbendiya di nav gelên Ermen bi xwe de ye.Li Berlînê sereke du aliyên wan hene. Mirov dikare wek du cemaetan jî bi nav bike. Lê herdu jî ne li hev in. Gava mirov dibêje, siba 24 ê Nîsanê ye û ka hûn jî nayên rêûresmên bîranîna miriyan û şermezarkirina kujeran, demildest dibêjin; yên rêveber ne ji me ne. Heta sixêfên giran jî li hev dikin.
Gava mirov rûdanên wiha û rastiyên din jî dide ber hev, ev encam derdikeve ku eger rojek hersê daxwazên wan jî qebûl bibin, wê li holê yek Ermen jî nemîne ku vegere ser axa bav û kalan.
Her wisa bûyerên dawiyê yên li Ermenîstanê an jî bi gotina Ermenan Hayastanê jî tabloyeke sosret raxist ber çavên dinyayê. Ew dewleta ku bi mezinbûna xwe û bi hêza xwe ji gelek bajarên dewletên cîhanî jî piçûktir û zeyîftir e, ev dibe çend car ji bo bidestxistina desthilatê dibe qada pevçûnên dijwar.
Wê gavê mirov kumê xwe datîne ber xwe û difikire; ma yên bi serê we de hatîn ne bes in ku hûn jî bostek ax nikarin li hev parve bikin? Ma ne şerm e? Lê di encama serhildana gel de Serj Sarkîsyan dest ji kar berda, plana ‘heta mirinê serokatî’ ya Sarkîsyan jî têkçû. Aqubet li serê Kurdan û malbatên ku sed sal in Başûr dagir kirîn. Eger em bixwazin bibînin gelek ders û pend di rewşa dawî ya Hayastanê de ji bo me jî hene. Lewre em carek din qurbanên jenosîdê bi bîr tînin û dewleta Tirk a komkujer rûreş dikin.



34
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Yazarın Tüm Yazıları:
HABER | KÜLTÜR-SANAT | KADIN | TOPLUM-YAŞAM | DİZİ | FORUM | DÜNYA | KURDÎ | KIRMANCKÎ | YAZARLAR | POLİTİKART | İLETİŞİM | KUNYE | REKLAM
Telefon:+ 49 6102 367690    Fax: + 49 6102 367696     Bilgi:info@yeniozgurpolitika.org     Haber:haber@yeniozgurpolitika.org
© 2016 Yeni Özgür Politika. All rights reserved.

Yorumlar